Serokê Kurdistanê Mesud Barzani, ji bo prosesa azadkirina Musilê daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ya Kurdistanê ragihand.Peyama Serokê Kurdistanê ya ji bo gelên Kurdistanê Bi navê xwedayê mezin û dilovanHemwelatiyên xweşdiviyê KurdistanêLi van dû salên derbasbûyî da gelê Kurdistanê xweragir bû û Pêşmerge bi qehremaniya xwe efsaneya Da’îşê şikand. Niha şerê dijî terorîstan li qonaxekî yek alîker daye û hêzên Pêşmerge bi hemahengî li gel hêzên artêşa Iraqê beşdariya şerê azadkirina Musilê dike.Li vê operasyonê da Pêşmerge yekrêz û yekdeng bi bê cûdahiya hizbî û navçeyî beşdar dibê û erk û karê serbazî ya hemû aliyek hatiye diyar kirin. Hemû Pêşmergeyek kur û bira û azîzê minin û kesukar û bira û pişt û penaya hevdû ne. Daxwaz ji hemû aliyan û berpirsan û ragihandinan dikim cûdahî û gengeşeya hizbî nexin nav rêzên Pêşmerge. Pêşmerge, Pêşmergeyê hemû Kurdistane û serkeftina Pêşmerge serkeftina hemû Kurdistaniyeke.Di dema birêveçûna operasyona azadkirina Musilê her kes yan berpirseke serbazî, ser bi her aliyek bê eger dûrî giyanê niştîmanî û Pêşmergayetî bê û hizbiyane tevbigerê, pêwîste Wezareta Pêşmerge kirdarê li gel da bike û li bereyên şer dûr bixe. Kanal û dezgehên ragihandinê jî ser bi her aliyek bin eger li belavkirina nûçeyên şer de li şûna xizmetkirina Kurdistanê û Pêşmerge bikevin nava gengeşeyên hizbî wê demê divê ji bereyên şer bêne dûr xistin û rûbirûyê yasa dibin.ji xwedayê mezin hêvîdarim ku Pêşmerge li vê cengê da serkeftî bê û daxwaz ji xelkê serbilindê Kurdistanê dikim wekî hemû carê piştevanê Pêşmerge bin. Mesûd Barzanî16.10.2016
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025