Polîtîk

Bila diyalog dest pê bike

 Rêxistinên civakî yên sivîl ên Sêrtê, daxwaz kirin ku bersiva biryara agirbesta yekalî ya KCKê bê dayîn, operasyon rawestin û hikûmet dest bi diyalog û danûstandinan bike. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Sêrtê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Egîtîm Sen, BES, SES, Tum Bel-Sen, DÎSK, TUHAD-FED, MEYADER û endamên meclîsa şaredariyê ya bajar, derbarê agirbesta KCKê ku 20ê Îlonê dê bidawî dibe daxwiyaniyek dan çapameniyê.

Komê, panqarta “Bila êdî dayik rondikan nebarînin! Em aştiyê dixwazin” vekirin û dowîzên, “Pêdiviya van zarokan bi aştiyê heye”, “Pêdiviya van jinan bi aştiyê heye”, “Pêdiviya vê axê bi wekhevî, azadî û demokrasiyê heye”, “Li Tirkiyê û cîhanê aştî. Em şer, kuştin û şîdetê red dikin” hilgirtin.

Li ser navê girseyê Serokê Şaxa ÎHDê ya Sêrtê Zana Aksu, bi gotina “Êdî bes e, şansekî bidin aştiyê” dest bi axaftina xwe kir, balkişand ser ziyanên şer û got: “Mixabin di pêvajoya agirbestê de li Colemêrgê 9 çekdarên PKKê hatin kuştin. Vê bûyerê hêviyên me şikandin.”

Aksu, da zanîn ku pêwist e qenala siyasetê ji nûve vebe û pirsgirêk bi diyalog û danûstandinan çareser bibe: “Ji bo agirbesteke daîmî divê dewlet bi lez gavan bavêje. Pêwist e aştiya demokratîkkirina welat ava bike. Divê agirbest ji bo berjewendiyên siyasî yên biçûk neyê jidest dan û operasyon bên rawestandin.”

Aksu, bibîrxist ku 4 roj şûn de wê biryara agirbestê bidawî bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Divê berî bidawîbûna agirbestê hikûmet bi lez gavan bavêje û dest bi xebatên danûstandin û diyalogê bike.”

 

(Rûdaw)

Back to top button