Bîhn û parfuma Kurdî wê li bazarên cîhanê bifûre
Piştî karkirina heft salan li warê bîhn û parfuman li Almanya de, keçeke Kurd hizr û bîra wê yekê dike ku bawername li çêkirina bîhnan û markayeke bîhn û parfuman bi dest ve bîne û bi navê xwe û bi hesteke Kurdane bixe bazarên cîhanê.
Jiya Kemal xwediya marka û branda bîhnê ya (Zhia parfum) e û wê ragihandiye “Çendîn sale li warê bazirganiya bîhn û çêkirina bîhnê de kar dikim û min xwendiye, heta min karî li vî warî de bawernameyê bi dest ve bînim û bi awayeke akademî û zanistî bikarim bîhneke taybet bi navekî Kurdî ji bo keçan û kurên Kurd çêbikim û bixim berdestên wan”.
Her wiha Jiya Kemal got: “Bîhnên me niha ji 26 cûreyên cûda li reng û bîhnên taybet pêkhatine. Cûdahiya bîhnên me li wir daye ku bîhnê Jiya Kurdîne û jineke Kurd çêdike û berhem tîne. Ji bilî wê gelek tendirust û xwezayî ne neku wekî hinek bîhnan pêst û çermê mirovan tûşî hestiyariyê bikin. Berhemên me bi kalîteya standardên cîhanî hatine berhem anîn”.
Berdewamiya axaftina xwe de dibêje: “Hizra karê min li wê yekê de pêkhat ku min hestpêkir li bazarê xweşikkarî û ciwankariyê de beşa bîhnê tiştek nîne taybet bê bi Kurdan, hemû markayên cîhanîne, ji bo wê yekê min hez kir wekî yekem keça Kurd vê hengavê bavêjim û dest bi vî karî bikim”.
Jiya Kemal eşkere kir: “Li paşerojeke nêzîk û başbûna rewşê de li tevahiya cîhanê, çendîn cûreyên cûdayên bîhnê dixime nava bazaran û xewna min heye ku zûtirîn dem kompanya xwe bînim Kurdistan û li ser bîhnan binivîsim ku li Kurdistan hatiye berhem anîn. Eve ji bo şanaziyeke mezin dibê û wê demê gelek dilxweştir dibim. Lê belê anîna taqîgeheke bîhna cîhanî û vekirina kompanya budceyeke zêde dixwaze. Ji bo wê niha hengaveke girane.”.
Jiya Kemal xanimeke Kurd ya bajarê Silêmaniye, nîştecihê Almanya ye û 17 sale li derveyê welat dijî. Beşa bazirganiyê xelas kiriye û xwediyê markayeke bîhnê ya bi navê “Zhia Parfum”, niha xistiye bazar û cîheke xwe yê taybetî li bazarên Kurdistanê de heye. Heft sale li warê bîhnan de li kompanyayeke navdarê Almanî de kar kiriye. Bawernameya wê ya taqîgeha bîhnan heye, hez kirina bi karê xwe wiha kir ku li ser vî karî bixwîne û hesta wê ya ji bo bîhnan zêdetir wiha kir ku markayeke Kurdî ava bike.