Bihêztirîn Serokê Cihanê
Kovara Aborî ya binavûdeng FORBES ji bo sala 2010 bihêztirîn serokên cihanê daxuya kir.
Kovara Aborî ya binavûdeng Forbes di rêzkirina bihêztirîn serokên cihanê de Serok Dewletê Çînê yê Hu Jintao bihêztirînî pêşawayê cihanê da nasîn. Di rêzkirinê de Serok Dewletê EmerîkayÊ Baracak Obama duyemîn û Melîkê Erebîstana Suudî Abdullah bîn Abdulazîz jî sêyemîn bû.
Kovara Forbes wekî ‘’Kovara Mîlyoneran’’ tê naskirin. Forbes di weşandina lîsteyê xwe de Serokwezîrê Rusya Vladimir Putîn çaremîn, Serok Dewletê Rusyayê Dmitrî Medvedev jî diwanzdehemîn bûn.
Forbes da xuya kir ku di rêzkirina lîsteyê de krîterên bawerî,hêz û tesîrên herêm û dinyayê esas hatine girtin. Di rêzkirinê de Papa 16. Benedict jî pêncemîn û Şansolyeya Almanya Angela Merkel jî şeşemîn bûn.
Digel navên siyasî karmend jî cih girtin û di lîsteyê de bi tevahî 68 kesan cih girtin. Li gorî rêzkirina Kovara Forbesê Serokê El-Qaîde Usama Bîn Ladîn 57. Avakarê Microsoftê Bill Gates 10. CEO ya Apple Steve Jobs 17. û avakarên Googleyê Larry Page û Sergey Brîn jî 22.bûn.