Cîhan

Biden: Assange terorîste

Li gora nûçeya rojnameya ElşerqElewset cîgirê serokê Amerîka Josef Biden gotiye, ku niha wezreta dadwerîyê ya Amerîka xwe ji bo dadgehkirina Juliyan Assange amade dike.

Josef Biden got, ku Juliyan Assange terorîstekî weha ye, ku teknolojiya nû li dijî Amerîka kar tîne.
Josef Biden da xuyakirin, ku Juliyan Assange bi alîkarîya leşkerekî Amerîkayî, xwe gihandiye van dokumentan û ji ber vê yekê em dev jê naberdin, ji ber ku ev karê han karê sîxurîyê (casûsîyê) ye.

Josef Biden di vê derbarê de got:  Vî kesî jiyana bi hezaran kesên me di nav cîhanê de xist xeterê de. Evî kesî (Juliyan Assange) hişt ku navbera me û hevpeymanên me xerab bibe. Ev kes, kesekî terorîst e û divê bihê dadgehkirin.

Back to top button