CivakRojev

 Bibîr anîna jenosîd kirina Barzaniyan bibîr anîna hemû enfalbûyên Kurdistanê ye

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 39emîn salvegera enfala Barzaniyan de peyamek belav kir û ragehand: Bibîr anîna jenosîd kirina Barzaniyan bibîr anîna hemû enfalbûyî û şehîdên Kurdistanê ye.

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê waha ye:

Îro yek ji tawanên herî mezin û ji bîr neçûyî ya rejîma berê ya Iraqê bibîr tînin ku komkujî û jenosîd kirina nêzî 8 hezar mirovên bêtawan yên Barzaniye. Bi bîr anîna qurbaniyên vê tawana han, îsal gelek xemgîntire, jiber ku îro termên 100 enfalkiriyên din ên Barzanî ji çolên Başûrê Iraqê bo Kurdistanê û warê xwe Barzanê, têne veguhastin.

Devera Barzanê zêdetir ji yek sede navenda Kurdatî, şoreş û raperînê bûye li dijî stem, zordarî û dagîrkeriyê. Stargeheke aram û ewle bûye, bo tevahiya wan kesên ku jiber nedadmendî û stemkarî berê xwe dane Barzanê. Jiber vê çendê ev dever hertim weke tevahiya deverên din yên Kurdistanê rastî, êrîş û operasiyonên leşkerî, wêrankarî, bordiman û bikar anîna çekên qedexe kirî hatiye.

Pêla jenosîd kirina Barzaniyan, beşeke ji zincîre tawanên li dijî vê deverê û tevahiya navçeyên din yên Kurdistanê, û her ev yek bûye destpêka cîhbicîh kirina pêla enfal û kîmiyabaran kirina Kurdistanê.

Di bîranîna vê komkujiya hovane de, birêzdarî ve şehîdên enfalkirî yên Barzanî û tevahiya şehîdên Kurdistanê bibîr tînin, bîranîna jenosîd kirina Barzaniyan, di heman demê de bibîr anîna tevahiya enfalkirî û şehîdên Kurdistanê ye li devera Gerimiyan, Badînan, Balîsan, Şêx Wisanan, Kurdên Feyilî û Şingalê ye.

Herwiha lazime bi rêzdarî ve, qurbanî dana dayikên mihiriban û berxwedêr û kesûkarên qurbaniyan jî bikin, ku gelek bi serfirazî rûbirûyê dijwariyên jiyan û bandorên vê tawana han ya mezin bûne. Herwiha spasiya mêrxasî û bihawar hatin û hevkarî û hevsoziya xelkê Hewlêr û deverên din yên Kurdistanê dikin ku pêşkêşî kesûkarên enfalkiriyan kirine.

Di vê bîranîna han de careke din tekez li ser qerebû kirina kesûkarên qurbaniyên pêla enfalê dikin û lazime hikûmeta federalî weke çawe di nava destûrê de hatiye diyarkirin, bi awayeke şayiste kesûkarên enfalan qerebû bike. Mijara qerebû kirina qurbaniyên destê rejîma berê hatiye perawêzxistin û nabe ji vê zêdetir were jibîrbirin.

Lazime gelê Kurdistanê ti carî vê tawana han ji bîr neke ku derheqê xelkê Kurdistanê hatiye kirin û nabe careke din bo ti mebestek û bi ti hincetek amade be ku azadî, hikumranî û xwe birêvebirina xelkê Kurdistanê bike qurbanî û ji dest bide.

Di bîranîna jenosîd kirina Barzaniyan de, silaveke gerim pêşkêşî rihê paqij ya tevahiya şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê dikim.

Hertim di bîra me dene û bi rêzdarî ve wan bibîr tînin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

31 Tîrmeha 2022an

Back to top button