Bi serkeftinê mexrur nebin, bi şikestê jî bê‌ hêvî nebin

 Li salvegera 18 saliya anîna axa Kurdistanê ya termê nemiran Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê herdem bi bîr

Li roja 06/10/1993 termê pîrozê Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê ciwanemerg anîn axa pîroza Kurdistanê û li gundê Barzan navenda berxwedana Kurdayetî û şoreşê bi axa pîroza Kurdistanê hatin sipartin. Ji bo vê salvegerê me bi pêwîstî zanî ji bo pêkanîna hevpeyvînek serdana Bedir Ehmed Dolemerî bikîn ku wekî Pêşmergeyeke Qehreman beşdarî li şoreşa Eylûl kiriye û yek ji wan Pêşmergeyan bû ku pasevanê baregeha Barzaniyê Nemir bû. Li destana Xwakurk de jî rolekî xwe yê ber bi çav hebûye. Her wekî yawerekî cihê baweriyê Kak Îdrîsê herdem bi bîr û Serok Mesûd Barzanî bûye.

 – Pêşmergeyê canfedayê Kurdistanê Bedir Ehmed Saleh Dolemerî li sala 1945 ji malbateke Kurdperwer li gundê Xelana ser bi devera Barzan ji dayik bûye. Li temenê zaroktiyê de koçî Îranê bûye, sala 1963 beşdarî şoreşa mezina Eylûl kiriye. Bi vî awayî behsa vegerana Barzaniyê Nemir ya ji Sovyetê dike:

 * Birastî li wê demê temenê min gelek mezin nebû, her çende min rêber û serkirdeyê xwe nedîtibûn lê belê xelkê devera Barzan û navçeyên dinê Kurdistanê gelek behsa rêberê Kurd Barzaniyê Nemir dikirin ku li gel 500 hevalên xwe ji bo bi destxistina mafên Kurdistanê hêviya xwe biribûn welatê Sovyeta berê. Ji gundê me jî 7 kes çûbûn, nêzîkî 11 salan li wir man û niha jî bi bîra mine ku Barzaniyê Nemir ji Sovyeta berê vegeriyabû ku xelkê devera me jî çûbûn pêşwaziya rêberê xwe Barzaniyê Nemir (06/10/1958) ku gelek xelkê Iraqî û Kurdistanî bi hemû çîn û tuwêjek ve bi Kurd, Ereb, Misilman, Aşûrî, Turkmen, Kildan, Mesîhî û Êzîdiyan ve pêşwaziya wan kirin. Ew roj rojekî dîrokî bû ji bo mîlletê Kurdistanê ku rêberê wan bi selametî vegeriyabû û serfiraz bûn. Îro salvegera 53 saliya vegera serbilindê rêberê aştîxwazê Kurd Barzaniyê Nemire. Ji bo wê yekê pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê jî dikim.

 – Piştî vegerana rêberê Kurd Barzaniyê Nemir, cenabê we beşdarî şoreşa mezina Eylûl kir gelo hûn vê şoreşê çawa dinirxînin?

rrt3e_777454357.jpg

* Piştî ku Barzaniyê Nemir û hemû hevalên din ji Yekîtiya Sovyeta berê vegeriyan Kurdistanê, qonaxeke nû destpêkir. Piştî demekî ku şovenistan guh nedan mafên Kurd, ji ber ku gelê Kurdistanê tu demekî li bin zulm û zordariyê de nebê şoreşê serî hilda. Ji bo wê yekê jî ez bûm Pêşmergeyek ji Pêşmergeyên Barzaniyê Nemir û min jî têda beşdarî kir. Ji ber ku neku ez belku hemû xelkê Kurdistanê û hemû Pêşmergeyan jî dizanî ku rêberê Kurd bi bîr û bawer û pişt bi xwedayê mezin û wî hesta neteweya Kurdistanê hebû ji bo wê yekê serkeftinê ji bo hemû Kurd mîsoger kiribû. Ji bo wê yekê şoreşa eylûl şoreşek bû bi hemû rûyek ve û çînên Kurdistanê û hemû perçeyên dinê Kurdistanê ku cemawer roj bi roj dihatin alîkariya rêberê xwe Barzaniyê Nemir serokê tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û bi peymanê bi şoreşê dan ku bi hemû awayekî xebata xwe ji bo Kurdistanekî serbixwe û azad bikin. Ji bo wê yekê me Pêşmergeyan îradeyeke bilind hebû û me canê xwe dida şoreşê.

 – Di derbarê sîfetên rêberê Kurd Barzaniyê Nemir ya li şoreşa Eylûla mezin de Mam Bedir Ehmed wiha got:

 * Barzaniyê Nemir li nav civaka Kurdistanê de kesayetiyeke ber bi çav bû, Pêşmergeyetiya wê demê de fîşek û nanê me her li pişt me bû. Gelek car rojek têr bûyîn û 4 roj birçî bûyîn û eger tiştekî jî hebûya ew tenê nanê hişk bû. Lê belê li heman demî de îman û bîr û baweriya me gelek xurtbû. Ji ber ku tevgerên Barzaniyê Nemir wekî Pêşmerge bû, Barzaniyê Nemir kerem dikir: Bi serkeftinê mexrur bin, li şikestê jî bê‌ hêvî nebin. Nexşe û planên wî yên ji bo dijminan mezintirîn taktîkan datînî û mezintirîn derbê li dijmin dida. Fîşek û çek gelek kêm bû, lê belê serkeftin her ji bo gelê Kurdistanê bû. Barzaniyê Nemir hez ji wan kesan dikir ku xizmeta mîlletê xwe dikirin. Keyfa wî bi wan berpirsan dihat ku xizmetê dikirin. Barzaniyê Nemir mirovdost û evîndarê ax û mîlletê xwe bû. Wî baweriyeke tevahî bi xwedayê mezin hebû, hemû demek li gel me Pêşmergeyan bi bê cûdahî dijiya, wekî me Pêşmergeyan bû. Barzaniyê Nemir li warê leşkerî û rewşenbîrî û siyasî û cîvakî de gelek şareza bû. Ew xemxurê malbata şehîdan û hejaran û lêqewimiyan bû û heta jê dihat ji bo wan alîkariya xwe kêm nedikir. Ew hez ji wan berpirsan dikir ku xwe wekî xizmetkarê mîlletê xwe didîtin. Barzaniyê Nemir hemû car li nav me Pêşmergeyan de kerem dikir û digot: Her kesek û Pêşmergeyek û berpirseke ku tevlî karubarê berpirsiyariyê dibin, li nav xelk yan her cîhek û li her pile û payeyê ve bê divê xizmetê bike û nabê‌ ziyanê bi neteweya xwe bigihîne. Barzaniyê Nemir mirovekî şoreşger bû ku hemû temenê xwe li nav berxwedan û parastina Kurdistanê de terxan kir. Ew bi xwe û Pêşmergeyên wî ji bo gel û dost û dijminan îspat kir ku tu planek nikarê şoreşa rizgarîxwaza vî gelî rabigrê. Ji bo wê yekê şoreşa mezina eylûl bi rêberiya Barzaniyê Nemir mezintirîn serkeftinê ji bo gelê Kurdistanê bi dest dianî.

 – Di derbarê bîranîn xwe yên li gel şehîdê herdem bi bîr Îdrîs Barzanî û Serok Mesûd Barzanî Mam Bedir Ehmed got:

 * Kak Îdrîs Barzanî li gel Serok Mesûd Barzanî her du pêkve ji xwendingeha kolnedan û Kurdayetiya bavê xwe Barzaniyê Nemir fêrbûn û wê xwendingehê xelas kiribûn karîn bi pal Barzaniyê Nemir xizmeta Kurdistanê bikin. Li şoreşa eylûl ku karubarê şoreşê dikirin wan jî xizmetekî ber bi çav li wê şoreşê de hebû. ji bilî biratiyê û ew du hevalê hezkirê hevdû bûn. Ji bo rêbaza Kurdayetiyê du hevsenger û du hêzê pir wate bûn. Kak Îdrîs Barzanî herdem piştgirê Serok Mesûd Barzanî bûye û tu tişt û kesî nekariye kar li birayetiya navbera wan de bike. Li koçberî û şoreşa gulana nîştimanxwaz her du jî weku wê şoreşê berpa kirin ku dirêje pêdana şoreşa eylûl bû û li ser heman bingehê li gel cemawerê xwe û Pêşmergeyên xwe xebatê kirin û gotin ku şoreş berdewame.

 – Dema ku em salvegera vegera Barzaniyê Nemir ji Sovyetê bi bîr tînin, li heman demî jî bîranîna anîna termî pîrozên Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê herdem bi bîr dikin. Li vî derbarî de Bedir Ehmed Dolemerî got:

 * Birastî şehîdê herdem bi bîr Kak Îdrîs Barzanî ji bo tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ew jî serkirdeyê rojên sextê xebatê bû û li koçberiyê de ku me mal û xêzanên xwe bi cîh hişt çûyîn pal şoreşa gulan bo ku dîsa xebatê bikîn ji bo Kurdistana azad. Îdrîs Barzanî mirovekî dilovan bû, herdem li gel êş û azarê xelkê da bû, heta li koçberiya Îranê hemû car serdana koçberan dikir. Eger em Pêşmerge li nav sengerê xebatê de bûna eger ew bi xwe neçûbûya nûnerê xwe dişand mala Pêşmerge yan mala şehîdek ku çi pêwîste ji bo wan bêkirin. Rojane xelkê dibînî û li hemû çîn û tuwêjan serdana wî dikirin û li hemû rûyek ve yarmetiya xelkê dida. Ez nikarim li ser Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê herdem bi bîr bipeyvim ji ber ku bi dehan û sedan rûpel nikarin bilindî û sîfetên wan û malbata wan ku xebatê kirine ji bo Kurdayetî û Kurdistanê nayê nivîsîn û gotin.

 – Li dawiyê de ji bo vê salvegera pîroz de Mam Bedir Ehmed dibêje:

 * Piştî raperînê, Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê biryara veguhestina termên pîrozê her du nemiran Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê herdem zîndî da ku li goristana bajarê Şinoyê bû. Ji bo veguhestina Kurdistanê rêwresmekî cemawerî 06/10/1993 heta 08/10/1993 û dîrokî de termê nemiran veguhestin axa azadê Kurdistanê û li gundê Barzan li ser axa xwe ya resen ku navenda berxwedana Kurdayetî û şoreşê bû cara dawî bi axa pîroza Kurdistanê dihêne spartin. Li vê salvegerê de divê hemû xelkê Kurdistanê piştgirê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bin. Her wiha divê birayane û Kurdane li gel hevdû bin bo ku pirsên Kurdistanê çi li navxwe û çi li derve baştir bikin û nehêlin nehezên Kurd rewşa Kurd û jiyana Kurdan têkbide û divê yek deng bin ji bo Kurdistanê ku welate xwe û evîndarê xelkê xwe bin û van destkeftên bi dest hatine divê biparêzin da ku welatê me roj bi roj baştir û serkeftî tir bibê. Hêvîdarim hemû navçeyên Kurdistanê vegerin ser rastiya xwe. 

Li vê salvegerê de hezaran silav û li ruhê hemû şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê herdem zîndî be… Spas ji bo we û rojnameya Xebat jî ku we serdana me kir, hêviya serkeftinê ji bo rojnameya Xebat dixwazim.

 

 Têbinî: Ev babet li rojnameya Xebat hejmar (3891) li 06/10/2011 de hatiye belavkirin.

 Hevpeyvîn: Sefer Yusif Mîrxan Jajokî

Wergera ji zaravayê Soranî: Mîrhac Mistefa/Rojeva Kurd

 

Nerîna min :