Civak
Bi sedema daliqandina weneyên Ocalan polîsa operasyon kir..
Li Stanbulê navçeya Esenyurd ê polisa avahiya HDPê dorpêç kir û ketina nava avahiyê de. Sedema vê operasyona polisan ew bû ku, hinek endamên HDPê risim û afîşên Abdullah Ocalan avahiyê ve daliqandin û ev yek di medya civakî de belavkirîbûn. Polis dema hatin ber avahiyê kolan ji bo çûyin hatinê girtin û weneyên Ocalan anin xwar.
Tê zanin ku di van demên dawî de di nava HDPê de minaqeşeyên cidî di derbarê girêdana HDPê ya Qendil û Ocalan de destpêkirine û heta hinek parlementer vê aciziya xwe eşkere tînin ziman. Gelo ji bo çi afîşên Ocalan daliqînin û medya civakî de belav bikin? Hinek ji HDPê vê wek provakasyona grubekî didin nîşandan.