Bi navê ol û baweriyê me dikujin
Feyzi – Mîrhesen/ Parîs GELO BI NAVÊ OL Û BAWERÎ YA KU ME DIKUJIN ,EV OL OLA ÎSLAMÊ YA ASRÊ SEADETÊ YE, AN A YEZÎDÊ LAWÊ MAWÎYE YE ?Ka em hinek li dîrok û demè binhèrin, ev sîstema îroyèn berdewama kène û ji kuve hatiye. Dema hz Mihemed ji Mekè ji ber zordaran hî hicretè Medîne kir, li wè derè peymana Medînè avakirin.Hemu mezlum dibinè sîwana îslamè de li hev civîyan bun.Lè belè herkes an jî civak, bi reng, netew û bawerîyèn xwe ve jîyan dikirin.Piştî wefata hz Mihemed şun de, Xilafet berdewam kirin .Lè her çiqas qiral û mezinèn Mekè îslamîyetè pejiran dibun jî , piştè wefata pèxember carek din , ji bona dest hilat darîyè ketin nava dek û dolaban.Piştî kuştina Xelîfe- Osman, îmamè Elî bu xelîfe. Lè bi kustina Osman Ïmamè Eli sucdar kirin. Mawîye lawè Ebu Sufyan walîye Şamè bu, malbata wî di hemu şerèn li hemberî hz Mihemed û ehlè beyt de cî girtibun.Mawîye li hemberî ¨îmam Elî şer da destpèkirin. Bi navè ‘dadî û şîtîyè’ hin hekem ketin navbera wan, lè hakeman alîkarîya Mawîye kirin , xelîfetîyè dane Mawîye.Ji bona ku dawî li peymana Mekè binin , pèwîst bu ku Ïmamè Elî û alîgirèn wî ji holè rabikin. Evdirehmanè –Mil cem îmamè Elî Şehîd kir .¨Îmam Huseyin lawî Hz Elî xilafetîya Mawîye nepejirand . Lè Yezid è lawè Mawîye ferman darè artèş bu, èrişè ser îmamè Huseyin kirin,hemu Malbat û alîgirè wi kuştin. Bi rojan îşkence û zordari û du re serè Ïmamè Huseyin jèkirin,serè wî anîn li ber lingè Yezîd danîn.Em dibînin ku Şoreşa ïslamè , peymana Medînè livir diqede. Idî xilafet radibe, saltnat û Saray dest pè dike. Bi dehan salan dema roja Ïnè de dema xutbeyè dixwendin, li ehlè beyt û alîgirèn Ïmamè El re gotinèn xirab digotin. Kesèn dijber derbiketana ,kuştin sirgun û ceza dikirin .Pist re wek efyek anîn, ku ehlè beyt re gotinèn xerab nebèjinLè belè dewletek bi navè Ïslam û Sunî avakirin. Her çiqas bi navè îslamè bejî , lè dijberîya îslamè bun . Dema Ebasîya de hîn bi, navè îslamè be jî, Alim û bawermendan xwestin bixin , xizmeta dewletè, gelek îmam , Mele û kesan zindan kirin. Wek nimune, Ebu Mislimè Xorasanî, Ïmamè Henîfe û gelek kesèn ji wan re beyet nekirin ,zîndanè de qetil kirin-Selçuqî dema ji Asya navîn hatin , dîtin ku di rojhilata Navîn de, arac û amurèn desthilatdarîyè ïslamîyete, Ketin nava Ebasîyan bune erk û dest hilat dar. çiqas jehra qirèj a dij mirovatîyè hebu, şiringehè berdane reh û tamara însanî û îslamîyetè. 1071 De sarèn hespan bun, hatin axa Kurdîtanè di derîyè Kela Milazgirè ketin hundir.Bi tekbîr û navî ¨slamè û biratîyè , Gelè Kurd û cînarèn xwe ve bi hezaran salan berè li wè axè jîyan dikirin. Lè mala bèbextî û dek û dolaban bisewite ,kilamek dengbèjèn me yèn Serhedè heye, Li Agirî – Entabè qewîmîye, « Bila ewroj ne roja Xwedè ba ku Mihemed è Elî begè ,li Metèranè şewîtî li Meta xwe di bu mèvan » Bila ew roj ne roja Xwudè ba ku Selçuqî di derîye Milazgirè re diketin axa Kurdistanè.Ewil cînarèn me Ermen ,Suryani û hemu netewan talan û wèran kirin. Dure vegerîyan berè xwe dane me Kurdan. Bedirxanîyan sirgun û talan kirin , berè wan dane Girava Girîtè. Bi navè biratîya Olî sefera li ser Şah îsmaîl, bi hezaran Kurdèn Qizılbaş di şur re derbas kirin.Piştè avakirina Alayèn Heîdîyè, kurdan berî hev û cîrèn wan dan. Dema karèn wan qedîyan,dure dest dan ser cek û sîlahèn wan . Bi hezaran Serokè Eşîran, Hesena , Cibiran , Zirikan û yèn din ve , berè xwe dane Simkoyè Şikaî , îranè. Lè mixabin bi hev karîya sahè îran è ve bi hezaran kurd di hewşa Şahè îranè de qetil kirin , wek Kobanî dest dane ser mal û namusèn wanan. Bi navek din hatina wan a ji Asya Navîn ewil hatin ji Ola xwe ya Şemanîzmè « em tirkin , dibin misuman »Lè dure hemu netew û Olèn mayèn û misulmanan xistin Tirk. Em dibînin, çewan anîn serè me belengazan , bi navè Jon TIrkan Taiat , Enwer û hevalèn xwe ve, di şerè li hemberî Rusan de Sed Hezar leşker dane kuştin. Di peymana Mondrosè de dawî li jîyana dewleta Osmanî anîn.-Dewra Kemalistan dest pèkir,PIştè tèkçuna Osmanîyan Mistefa Kemal jı wek Selçuqîyan bi kurdan re peyman dan çèkirin. Hemu Şèx , Beg , Axa û Serok Eşîran li hev komkirin. ‘Em birayèn hevèn misumanin’ Carek din bi sextekarî Ol û bawerîyè wek aracek dane xebatè.Pistè ku dewleta xwe avakirin , serî li red û înkarè dan . Kurd ninin, em hemu Tirkin. Yek Al , yek ziman û yek Ol, dest bi komkujiya kurdankirin. Li welat rewşa awerte ziman, çand hemu qedexe kirin. Komkujiya Koçgiri , bi hezaran kuştî û darvekirin. Agiri , Zilan ,¨û Sason, Şèx Seîd û hevalèn wî . Seyid Riza û komkujiya Dèrsim, bi hezaran bombe li ser de barandin. Qedexeya Li ser Ziman rakirina teke û Medreseyèn Kurdan , girtina Mizgevt , Cem û bawerîyèn din.Piştè darbeya leşkrî û Kemalistan,di Rojhilata navîn de , ji bilè dewleta sunî , Emewî û Osmaniyan tu sîstemèn mayîn derbas nabin, û nebune. Ji berwî Sedam , Xumeyni, Qiral û bè Akp nedi mesîyan.Akp dirojhilata navin û derve de wek pirojek nu û nimune hate dameziran. Carek din dest avite biratiya kurdan a olî bawerîyè.Şoreşa kurdistan zarokèn Şèx seîd, Seyîd Riza û gel ve rabibun ser pîyan. Akp senteza hezar salan ji Mawîye heya Osmaniya temsil kir .Bi deh salan « em birane» Lè Tecrida li ser Serok kurd Ocalan û sîyaset medaran girankir.10 hezaran siyaset medaran zindan kirin . Roboskî de dehan ciwan û Hèstirèn wan ve qetil kirin .Di hilbijartinan de bi sedan bombe û ciwanan û zarokan kuştin. Hevkarèn xwe yè bi Daîşè ve, bi hezaran keç û dayîkè kurad li sukan bi navè carîyan kirin û firotin.Bi tekbir û ayetan èrişèn Qendil û axa Kurdistanè kirin .Ji ber ku kurdan Dengèn xwe nedanè , jè re gotin-Kurana destè xwe bigre ji nava me biqewite . Carek din wek Gamèşèn ku hèç bibe, got pirsgirika Kurd nîne. Ji buna Sarayè dixwaze here hibijartinè, Sedem bibe Evdilhemîd û Yaxuz Selîm.Birano mizgînîya min li webe, wesyeta Şèx Seîd hatîye cih,em ne kurdèn berè ne. Kurd ne bi bawrîya senteza Tirk , ne jî bi dostanî û cinariya wan dixapin . Em hèvîdarin talîya Erdoxan bibe ya Enwer , Talat û Evdilhemidè sor . Nîşana wî ya mezin eve , ku Gelè Agirî yè nebîyèn Hesik Biro Tèlî û Ehmedè Xanî , çewan 4 Parlament deranîn, Ehmedè xanî di tirba xwe de dilxwes bu , ev mînaka hemu Kurdîstanîya ye.Her wisan di vè hilbijartinè de jî, bila Şehîdèn Şengal , Kobanî û herçar perçeyè Kurdistanè dilxweş bin. Dlo jaro biçakî/ Here mèrèn welatè me turakî /Bi bèje ey Şehîdè dîn û milet/ Bese rabin serè roja we derket/Dilo ji Xalid begè re bibèje/ Li herderî tu nutqè birèje /Sèx Seîd rabe direnge /Li her ali didine qal û cenge