Polîtîk

Bi minasibeta 11saliya jinavbirina rijêma Sedam Hisên

Peyma serokwezîrê Kurdistanê bi minasibeta 11saliya jinavbirina rijêma Sedam Hisên li Îraqê:

Berî nuha bi 11 salan, roja 9ê nîsana 2003ê, li Bexdayê peykerê Sedam Hisên hat jinavbirin. Piraniya herî mezin a gelên Îraqê bi xweşî beşdarî di wê guhertina mezin û esasî de kir.

Her çiqas hêmayê werçerxanê ji rijêmeke diktatorî bo demokrasîyê li sertaserî Îraqê dest pê kir, lê hêzên siyasiyên Kurdistanê nêzîkî 50 salan beriya wê bûyerê di nava xebateke bedrwam de bûn da ku demokrasî li Îraqî bi cî bibe.  Şerê azadiya Îraqê bi serokatiya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê û  Brîtaniyayê dawî bi rijêma diktatoriya Basê û Sedam Hisên anî.

Ji wê rojê were serokatî û gelê Kurdistanê bi çalakî lêdixebite ku, sîstema hukumdariyê li Îraqê bi rêya destûra nû ya Îraqê û ew qanûnên heta nuha hatien amadekirin bigihere. Destûr û qanûn bingehên pêkvejiyana hevwelatî û gelên Îraqê ne. Rêzgirtin li wê destûr û wan qanûnan ango pabend bûn bi wê rêkeftina niştimaniya li sala 2004ê û 2005ê bûye bingehê destûra Îraqê ye.

Nûnerên hêzên siyasiyên Kurdistan û Îraqê li ser wê rastiyê kok in ku, êdî li welêt desthilat merkezî nabe. Rabirduya tehl, pir karesat û koştin li ser nasnameya neteweyî û olî, Îraqa zengîn kiribû dojeh. Kêm kesan hizira çareseriyeke minasib û domdirêj dikir, gelê Kurdistanê rastî şer li pey şer dibû. Piraniya rê û cade û pirojeyên avadankirinê li Kurdistanê bi armanca serbazî bûn.

Koştin û îşkence ji bon wê armancê ku, ne bi tenê infrastruktura aboriya welêt hilweşn in, lê belê şertên jiyanê li Kurdistanê nehêl in bû. Amadekirin û piraktîzekirina siyaseta Enfal kopîtka malwêraniyê di dîroka pêkvejiyanê Îraqê de bû.

Dema nûnerên Kurdistanê li Bexdayê beşdarî jinûve damezrandina dewleta Îraqê bûn li ser esasê federalî, demokrasî û piralî, hêviyek da xelkê herêma Kurdistan û Îraqê ku, rabirdû carek dî dubare nabe. Siyaseta piştguhxistin û bindestiya neteweyî û olî di ferhenga siyasiya Îraqa nû de cî nabe.

Yanzde salên borî şahidên guhertinên dijwarin di Îraqê de. Tevî rêkeftina me li ser destûra nû, pesindkirina wê destûrê ji aliyê 4/5 dengderan li sertaserî welêt, hilbijartina palamentoya nû û pêkanîna hikûmeta fedderalî bi hevbeşî, lê belê giriftariyên siyasî, şerê olî, siyaseta gef û qutkirina budceyê di ferhnega siyasiya Îraqa nû de serdest e.

Divê em bi hev re bo wan çend rojên yanzde sal berê ku, me bi hev re hêviyên mezin bi Îraqa nû hebû, sîstemeke siyasîya nû di çarçoveya dewleteke federalî , demokratîk, piralî ya nû de ku, tev pêkhatên îraqî xwe bi xwediyê wê bizan in, mafê wan parastî be, jiyana wan di bin tirsêd e nebe û hêviya wan bi paşerojeke geştir  ji bo xwe û ji bo nifşê paşerojê hebe, veger in.

Di salroja jinavbirina rijêma Sedam û Basê de, divê em hemû çend çirkeyan rawestîn û ji xwe bipisîn: Vî welatê zengîn  ber bi kû ve dibin? Em dixwaz in nifşê nû bi çu awayî me bi bîr bîne?

Bi a min vegeriyan ji bo destûrê û bicîkirina madeyên wê destûrê bi wefa, derfetek nû bi gelên Îraqê ji bo pêkvejiyaneke bi aşitî û avaker dide, bila em vê derfetê ji dest nedin, bila em nifşûê nû bê hêvî nekin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê herêma Kurdistan
9ê nîsana 2014ê

Back to top button