Bi hêviya pîrozkirina salên nû di welatek serbixwe de…!
Her salek hêviyek nû li gel xwe peyda dike. Sala 2020ê ji bo hemû cîhanê bi sedema şopa nexweşîya Koronayê gelek bi zehmetî derbas bû. Me di vê şopa nexweşîya xirab de gelek dost,heval û kesayetên hêja winda kir. Bila rehmeta xwedê li wan be û cihê wan teva biheşt be. Ewê bi kiryarên xwe dê di dilê me de bijîn.
Sala 2020ê ji bo hemwelatiyên Kurdistanê jî gelek bi zehmetî derbas bû. Desthilatdariya başûrê Kurdistanê ji bo başkirina rewşa xirab di nava bexrwedane kî de bû.
Di sala nû de wek her sersalek nû,em hêvî dikin ku veca kurd jî di welatek serbixwe de jiyanek azad bijîn.
Îro başûrê Kurdistanê hêviya dewletbûna Kurda zindî dihêle. Em hêvî dikin ku bi serketina aliyên ku dewletbûna Kurda diparêzin di rêya dewletbûnê de serbikevin û ji daxwaziya netewekî re bibin bersiv. Herweha hêvî dikin ku her aliyek,kesayetek ku di rêya dewletbûnê de dibin astek têkherin û di taritiya dîrokê de winda bibin.
Li rojavayê Kurdistanê, yekrêziya Kurda dikare bibe sedemek bingehîn a destxistina statûyekî ji bo Kurda. Hêvî dikin ew hemû astengan binpê bikin û rastiya welatê xwe bibînin û vê firsenda dîrokî ji dest nedin.
Li rojhilatê Kurdistanê jî hêviya mezin ewe ku,tevgera azadixwaza Kurd serbikeve û armancên wan pêkwerê.
Li bakurê Kurdistanê rewş gelek aloze. Hêviya mezin ewe ku hizrên netewî pêşbikevin da ku kurd bikaribin cardin gelemperî doza mafên xwe yên rewa li ser xetek netewî Kurdistanî bikin.
Em di serî de sala nû li pêşmergeyên qehremanên parêzvanên axa azad pîroz dikin. Herweha sesala xwendevanên xwe,malbatên şehîdan û hemû Kurdistaniyan pîroz dikin.
Em hivîdar in sala nû sala lihevkirin û yekrêziya aliyên siysiyên Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê be. Bi tenê yekrêzî û yekdengiya kurdan wan digehîne mafên wan.
Rojevakurd