Nivîsar

Bi hatina Cemîl Bayîk PKK sazeke cuda lê dixe

Rojnamevan Rêbwar Kerîm di nivîseke xwe de ku di rojnameya Hewlêrê de hatiye weşandin, behsa pêvajoya aşitî li bakurê Kurdistanê dike û dibêje ku, danan Cemîl Bayîk weke serokê KCK gelek kes ”şok” kirin.  Di demkê de ku, pêvajoya aşitiyê li bakurê Kurdistanê ketiye di qonaxeke hesas de û çarenivîsê kurdan li Suriyeyê bi giringtirîn qonaxên xwe yên dîrokê de derbas dibe ”hatina kesek weke Cemîl Bayîk ku, di dîroka PKKê de bi kesekî şerxwaz naskiriye, cîyê pirsê ye.”

Rojnamevan dinivîse ku,  Murad Kareylan kesekî ”nerim û neteweyîtir” bû û li hember pêvajoya aşitiyê dxuyaniyê nerim didan. Daxuyaniyên Cemîl Bayîk yên vê dawiyê li ser pêvajoya aşitiyê li Bakur û yan jî rewşa Rojava xuya kirin ku, serokatiya PKKê ”sazeke”  cuda lê dixe û vê yekê jî wisa kiriye ”ne zelalî” di gotara PKKê de serî hilde: Du qotarên cuda û nû; gotara dijwara Qndîlê û gotara nerim a Îmraliyê!  Vê yekî jî serê BDP û PYD jî tevlî hev kiriye.

Cemîl Bayîk naxwaze kontirola PYD û BDP ji dest bide û dixwaze di dereceya yekem de PYDê bixe jêr xizmeta armancên Îranê û hevsengiyê di qazanca rijêma Beşar Esed de ragire. Ji ber hindê piştî Salih Muslim serdana Tirkiyeyê kirî, ew ji bo Qendîlê hat gazî kirin û ji wir jî bo Îranê şand.

Nuha PKK li ser duriyaneke zehmet a dîrokî de ye ka gelo dixwaze weke hêzeke serbazî bimîn e û statoya bi dehan sala li rojhilata navîn hatiye feriz kirin biparêze ku ev jî bi siyaset û dîtinê Cemîl Bayîk reng dide, yan jî weke hêzeke medenî îmkanên xwe ji bo aşitiyê, n ebi tenê li bakurê Kurdistanê lê li beşn din yên Kurdistanê, bikarbîne. 

Back to top button