Cîhan

Bi awayek nehînî serdana Iraqê kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî nehînî serdana Iraqê kir û heta li Iraqê bû kesekî pê nedizanî. Piştî  vegeriya Amerîkayê serdan hat eşkerekirin.

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders ragihand ku Donald Trump û hevjîna wî hatin Iraqê û serdana şêwirmend û leşkerên welatê xwe kirin.

Şeva çarşemê bi firokeya xwe ya taybet a Air Force One ji Washingtonê bi rê ketiye û li binkeyeke leşkerî ya li rojavayê Bexdayê li gel şêwirmend û leşkerên welatê xwe civiyaye û cejna Krîsmasê pîroz kirine.

Li gor zanyariyan serdana Trump sê saet ajotiye û li gel ti berpirsekî Iraqî neciviyaye.

Back to top button