Li Gora nûçeya rojnemevan Amberin Zaman di rojnameya Al Monirorê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Mîrê Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) welîehd Mihemed bin Zayed el-Nayhan bi têlefonê axivîn, ev pêwendî bi rêya serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêkhatiye.
Daxuyaniya ku Serokatiya Tirkiyê roja Sêşemê weşand got ku têkiliyên “di navbera welatan de û mijarên herêmî di vê hevdîtinê de hatine gotûbêj kirin.”
Rawêşkarê dîplomatîk ê serokatiya Emaratê Enwer Gargaş li ser Twitterê got, “Têlefona Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a bi Şêx Mihemed bin Zayed re pir erênî û dostane bû.”