Cîhan

Bi agahdariya me û HSDê, Pêşmergeyê Rojava derbasî Sûriyê bûne

Nûnerê Taybet ê  Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey ragihand ku bi agahdariya wan û Hêzên Sûriya Demokartîk (HSD), Pêşmergeyên Rojava ji bo hêminkirina rewşê çûne navçeyê.

Nûnerê Taybet ê  Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey îşev ragihand Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.

Pêşmergeyên Hêza Roj bi hemahengî li gel hêzên Amerîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn.

James Jeffrey li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê ya derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê de  diyar kir ku bi agahdariya Amerîka û HSD, ji bo hêminkirina rewşê, Pêşmergeyên Rojava derbasî herêmê bûne.

Duh hat ragihandin ku hejmarek ji pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne, lê HSD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ev yek red kiribûn.

Îro berpirsê Dosya Sûriyê di Wezareta Derve ya Amerîka de, piştrast kir ku pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.

Hêza Pêşmergeyên Roj, hêzeke leşkerî ya rahênankirî û perwerdekirî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye, ku hejmara wan bi hezaran pêşmerge ye û di şerê li dijî DAIŞê de roleke mezin lîstiye. Wê hêzê di berevanîkirina li Başûrê Kurdistanê de û herwiha şerê li dijî DAIŞê de çendîn şehîd û birîndar daye.

Back to top button