CivakRojev

Bexdayê Komîsyona Cîbicîkirina Madeya 140 çalak kir

 

Hat diyarkirin ku hikûmeta Iraqê Komîsyona Cîbicîkirina madeya 140 çalak kiriye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wê xebatên komîsyona navborî bişopîne.

Diviyabû di 31ê Kanûna 2007an de li Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên ji derveyî rêveberîya Herêma Kurdistanê madeya 140 a destûrê ya di derbarê asayîkirin, serjimartin û referandûmê de biketa meriyetê. Lê ji sala 2006ê ve hikûmetên Iraqê yên li pey hev ev madde cîbicî nekirin û ji ber ku ev made nehat cîbicîkirin, Kurd li navçeyên navborî rastî zextên berdewam hatin.

Piştî hatina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, Komîsyona Bilind a Cîbicîkirina Madeya 140ê ji nû ve hat avakirin.

Di demekê de ku tê çaverêkirin komîsyona aktîfkirî pişkek ji bûdceya Iraqê werbigire, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dilxweşî pêşwazîya biryara hikûmeta Iraqê ya aktîfkirina wê komîsyonê kir.

 

Back to top button