Civak

Bexda wê mûçeyan bi rêya hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Peşawa Hawramanî got: “Serokwezîrê Iraqê ji Rêveberîya Herêma Kurdistanê re piştrast kir ku wê mûçe tenê bi rêya hikûmetê bê şandin”.

Hawramanî di daxuyanîya xwe ya medyaya herêmî de wiha got: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîe Sûdanî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re piştrast kir ku hikûmeta Iraqê rasterast mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê naşîne, ji ber ku ev li dijî destûra bingehîn a hikûmetê ye. Lê wê mûçeyan tenê bi rêya hikûmetê bişîne”.

Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK), Tevgera Nifşê Nû (Neway Nwe), Komel û Yekgirtû li Parlamentoya Iraqê ji bo mûçeyên Herêma Kurdistanê rasterast ji Bexdayê bên şandin îmze kom kirin.

Hawramanî di civîna çapemenîyê ya 11ê Cotmeha 2023 de diyar kir ku 700 milyar dînarên ku wê Bexda ji bo 3 mehan wek deyn bişîne, wê ji bo mûçeyên Tîrmeh, Tebax û Îlonê bên terxankirin.

Back to top button