Bexda û Hewlêrê li hev kir yan bi tenê civîn pozetiv bû
Bexda û Hewlêrê li hev kir yan bi tenê civîn pozetiv bû
Cebar Yawer berdefkê wezareta pêşmegeyê herêma Kurdistanê û yek ji endamên şandeya herêma Kurdistanê ye, di daxuyaniyekê de dibêje ku, civîna navbera şandeya herêma Kurdistanê û berprisên leşkeriyên Îraqê pozetîv derbas bû.
Lê Sadun Dilêmî wezîrê bergiriyê Îraqê, piştî civîna digel şandeya herêma Kurdistanê, di preskonfrensekê de got ku, Hewlêr û Bexdayê li hev kir û hemû pirsgirêk hatin çareser kirin.
Yawer dibêje ku, roja çarşemiyê 26.12.2012ê li bajarê Bexdayê li baregayê fermandariya giştî ya hêzên çekdarên Îraqê civîna di navbera şandeya herêma Kurdistanê û berpirsên Îraqê hat saz kirin. Ji teref herêma Kurdistanê; Kerîm Şingalî wezîrê navxwe, Cafer Mistefa wezîrê pêşmerge, Şêrwan Ebdulrehman û Cebar Yawer berdefkê wezareta pêşmerge beşdar bûn. Ji teref Îraqê jî ve; Sadun Dilêmî wezîrê Berevaniyê, Ehmed Xefacî cîgirê wezîrê navxwe, Faruq Eirecî berprisê ofîsa fermandarê giştiyê hêzên çekdarên Îraqê, Hisên Ewadî fermandarê polîsên sînor û çend berprisên din yên leşkerî beşdar bûn.
Herwesa berprisê ofîsa hevahengiya amerîkî-îraqî û digel çend rawêjkarên sefareta Amerîkayê a li Îraqê jî beşdarî civînê bûn.
Cebar Yawer dibêje ku, civîn bi awayekî pozetîv bi rêve çû û her du aliyan pêşniyarên xwe, ji bo çareserkirin û normalkirina rewşa deverên Kurdistanê yên derveyî herêma Kurdistanê, pêşkeş kirin û di civînên bê da biryar li ser bê dan.
Sadun Dilêmî ji aliyê xwe ve got ku, her du aliyan pêşniyar û pirojeyên xwe pêşkeş kirin û roja yekşemiya bê dêrêketina navbera Hewlêr û Bexdayê bê îmza kirin.