Polîtîk

Bi sefîrê Amerîkayê re kirîza Hewlêr û Bexdayê nirxand

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, duhî li bajarê Hewlêrê, digel Stefan Bekroft sefîrê Amerîkayê yê Îraqê û şandeya pê re civiya.

Di civînê de, rewşa herêmî bi giştî û rewşa Îraqê bi taybetî hat minaqeşe kirin û her du aliyan tekîd li ser aramkirina aloziyên navbera herêma Kurdistan û Îraqê kir.

Heyeta amerîkî, çûyîna şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê ku, li ser aramkirina rewşa alozan navbera Hewlêr û Bexdayê danûstandinan bi berprisên Bexdayê re bike, bi gavek erênî wesif kir û pêştevaniya xwe jî bo hemû xebatên ji bona aşitiyê û çareserkirina pirsgirêkan nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser helwesta herêma Kurdistanê kir ku, hertim dixwaze pirsgirêk bi aşitî çareser bibin û got ku, baweriya herêma Kurdistanê ewe ku, hemû arîşe bi rêya diyalog û mekanîzma destûrê bên çareser kirin. Barzanî got: “çûyîna şandeya herêma Kurdistanê bo Bexdayê li ser esasê vê baweriya me a bi diyalogê û çareserkirina bi danûstandinan bû.”

Back to top button