Bexda dixwaze Kurdistan şirketeke petrolê ava bike

Hikûmeta Iraqê pêşniyara avakirina şîrketeke petrolê li Herêma Kurdistanê dike.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar eşkere kir; hikûmeta Mistefa Kazimî pêşniyara dirustkirina şîrketeke petrolê, bo deranîn û şandina petrolê li Herêma Kurdistanê kiriye.

Îhsan Ebdulcebar tekez kir; ji bo gihiştina bi çareseriyeke destûrî û nehiştina nakokiyan, nêzîkbûnek di nerîn û boçûnên şandên danûstandkar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de heye.

Ebdulcebar got ku ji hevûdu têgehiştinek baş di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, derbarê deranîn û şandina petrolê de heye.

Nerîna min :