Cîhan
Beşîkçî li Swêdê ye

Ciwatnas Dr.Îsmail beşîkçî li ser navê Weqfa Beşîkçî li gel hinek berpirsiyarên weqfê serdana welatê Swed kir.
Dr. Beşîkçî li Stockholmê ji aliyê Kurdan ve bi germahî hate pêşwazîkirin. Roja 28ê Îlonê li Stockholm semînerek da û gelek kurd beşdarî li semînera Beşikçî bûn.
Herweha Beşikçî li Stockholmê civînek di parlementoya Swedê de jî pêktîne û hevtînan dike.
Beşîkçî serdana dezgehên Kurdî li Swedê kir û li gel Kitabxana Kurdî li stockholmê protokolek îmze kir.
Bê goman li ba Kurdan Beşikçî kesayetek girîng e. Pirsa Kurd û Kurdistanê de gelek kar û xebatên hêja yên Beşîkçî hene.
Beşîkçî li gel Kitabxana Kurdî li Stockholmê protokolekî îmze dike
Beşîkçî li Kitabxaneyek li stockholmê pirtuken xwe dinêre
Beşikçî li Stockholmê semînerê dide