PolîtîkRojev

Beşek ji serkirdetiya YNKê wisa hizir dikin bi dijîtiya PDKê, YNK bihêz dibe!

Serkirdeyekî YNKê dibêje, nakokiyên niha yên PDK û YNKê ji ber siyaset û helwesta komek serkirdeyên firsençî yên YNKê ye.

Endamê encumena bilind ya siyasî û berjewendiyên YNKê, Mela Bextiyar ji malpera Çawdêr re, ku malpera wî ye, gotiye, eger ew û çend hevalên xwe di dawî kongireya YNKê de li ser nêrîn û helwesta xwe rijd bûna dê YNK biba du çiqan.

Mela Bextiyar li ser pêwendiyên YNK û PDKê jî gotiye, bi baweriya Mam Celal pêwendiyên PDK û YNKê pir girîng û hestiyar in ji ber wê eger ew pêwendî nemînin statûya Herêma Kurdistanê jî namîne.

Wî serkirdeyê YNKê behsa rewşa xelkê Silêmaniyê jî kiriye û gotiye, rewşa xelkê kambax e û xelk birçî ne lê YNK û rêveberiya Silêmaniyê berpirsiyarê vê rewşê ne.

Bi gotina Mela Bextiyar, helbet nakokiyên PDK û YNKê kûr in lê nakokiyên niha ji ber siyaseta komeka serkirdeyên firsendçî ye ku wisa hizir dikin bi dijberîkirina PDKê, dikarin YNKê bihêz bikin.

Wî endamê encumena bilind ya siyasî û berjewendiyên YNKê daye xuyakirin, encumena wan bihêz nîne ji ber ku serokê wê Kosret Resûl nexweş e. Endamên polîtburoyê jî wisa bawer dikin ku rewş di bin kontrola wan de ye û pêwîstî bi encumenê nîne. Ev jî bê guman xeletiyek metirsîdar e.

Back to top button