CivakRojev

Beşdarbûna helbijartinên Parlamentoya Iraqê maf û erk e..

Wezîra herêmê ya karûbarên Parlamentoya Kurdistanê Vala Ferîd ragehand, beşdarbûna hemwelatiyan a helbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê maf û erk e.

Vala Ferîd di hevpeyvîneke li gel malpera fermangeha medya û zanyariyên hikûmeta herêma Kurdistanê de, daxwaz ji hemwelatiyên Kurdistanê kir, ji bo helbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê, deng bidin namzedên kurd, ji bo ku pêgeha kurdan li Bexdayê bihêz bimîne.

Wezîra herêmê ya karûbarên parlamentoyê beşdariya hemwelatiyan a ji helbijartinên pêşwext ên Iraqê re giring pênase dike û dibêje beşdarbûna helbijartinê erkekî niştimanî ye.

Herwaha got, beşdariya hemwelatiyan di proseya helbijartinê de mafekî rewa yê hemwelatiyan bixwe ye û di heman demê de jî erkê niştimanî yê li ser milê wan e û ew erk jî divê bê bicîhanîn.

Wezîra herêmê teqez kir, pêwîste hemwelatî deng bidin namzedên kurd, ji bo ku pêgeha kurdan li Bexdayê her bihêz bimîne.

Back to top button