Bersiva gotina “ Serok Ahmet“

Serokê MHPê Devlet Bahçelî di gotarek ya xwe de êrîşêk tund bir ser Ahmet Davutoglu û rexne li Bulent Arinc jî kir.

Dema Bahçelî behsa Davutoglu kir navê wî hilneda û got “ Serok Ahmet“ Bahçelî li bajarê Bayburt a Tirkiye civînekî de behsa rewşa Tirkiye û Tifaqa Cumhur kir. Bahçelî da xûyakirin ku , “Serok Ahmet“ behsa nehîniya hinek sirên dewletê dike, lê wan bi xwe rê li FETO vekir.

Wek din Bahçelî got: Serok Ahmet dixwaze Tifaqa Cumhur parçe bike, ji bo vê hewldide partiyek nû damezirîne. Ewên ku, xwediyê rojevek nehînî bin û destê wan di destê hêzên navdewletî de mabe, berê xwe bidin rêxistinên terorist wek FETO, PKKê û devilkenbin, kesayeta xwe dikin sifir. Em rê nadin wan kesan.

Serokê AKPê yê Stanbulê yê berê Oztunc ku niha li gel Davutoglu ji partiyê îstifa kiriye, bersiva gotinên Bahçelî da û got: Serok gotinek Kurdiye, Behçelî li gora zihniyeta xwe dixwazê bi vê gotinê Davutoglu rexne bike. Min ev pirs ji mamusta Davutoglu pirsî û dema bersiva min da got; dema em derdikevin derveyê Tirkiye, dibêjin me “ Presîdent“kesek vê nakê pirsgirêk, lê dema birayên me yên kurd ku em li ser yek axê dijîn  bi zimanê xwe bêjin me serok aciz dibin.Ev yek tenê me bextiyar dike.

Gelek balkêşe ku ji AKPê behtir MHP êrîşê Davutoglu dike. Ji berê pêde gelek cara Bahçelî rexne li Davutoglu dikira , lê her carê Davutoglu bi tundî bersiva wî dida. Heta di dema serokwezîriya Davutoglu de jî MHPê qet pişgirî neda Davutoglu.
Niha jî Bahçelî ji bo helwesta Davutoglu û Bulent Arinc a derbarê Qayuman de, bi tundî wan rexne dike.

Nerîna min :