Polîtîk

Bersîva Davutoğlu ya ji bo dewleta Kurdî

Ahmet Davutoğlu Wezîrê Karûbarên Derveyê Tirkiyê li civîneke rojnamevaniyê behsa siyaseta derveya Tirkiyê û her wiha behsa gote gotên li Suriyê damezrandina dewleteke Kurdî kir.

Davutoğlu li ser pirsa rojnamevanekî ku gelo raste tê gotin li Suriye wê dewlete Kurdî dabimezrê? wiha bersîvand “Hinek kes dixwazin ku em li hember Kurdên ji derveyê Tirkiyê re helwestên tund wergirîn. Li başûr sînorê herî dirêje Suriye. Li vê sînorê avahiyeke homojen tûneye. Kurd, Ereb û Turkmen hene. Eve civateke ku ji hev cûda lê pêkve dijîn. Lê belê li bakûrê Iraqê(Başûrê Kurdistanê) homojeniteyek avakirin. Ji Suriyê veqetîna bakûrê Suriye bi tenê xeyale. Raste me helwestek dijî PYD danîbû, sedema wê ewe bû ku dixwestin desthilatiya xwe damezrînin. Gelek gileyiyî ji bo me tên ku tundiyê li hember Ereb û Turkmenan bikartîne. Me li gel PYD bazarî nekiriye. Lê helwesta me ya li hember PYD jî ne wekî pare û hatiye guhertin, eve jî rastiyeke. Dema ku pêvajoya aştiyê dimeşe, li tenişta wî helwesta me ya PYD jî diguhere eve tişteke asayiye. Tu pêwendiya wê li gel pevçûna Serê Kaniyê tûneye. Pêwendiya me berî wê hebû. Em dixwazin Kurd, Turkmen, Ereb û Ecem pêkve avahiyeke nû li rojhilata navîn de damezrînin.” 

Back to top button