Polîtîk

Bersiva cemil Bayik hate dayîn lê kî?

Çavderekî siyasî bi gotarekê bersiva Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik û hevalên wî dide û dibêje, ti ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) û têkoşerên PKKê cihê şermezariyê ye. Ew jêder derbarê siyasetên Bayik bibêje, heta ku tu wek (Cemîl Bayik) di nava PKKê debe, ew partî nikare peywendiyekê baş ligel aliyên nav tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê çêke.

Ew çavder di peyama xwe de ku taybete bi KDP.info, eşkere dike ku Cemîl Bayik û hevawayê wî, mînaka Salih Muslimê hevalê wî ne, û dipirse, eger hevpeyman nebin, çawa çekan ji DAIŞê dikirin? Ew çavdêr dipirse, dema ku yek hevkarê metirsîdartirîn rêxrawa terorîstan be û qaçaxqiyê bi muxederat û mirovan bike, çawa behsa navê Pêşmerge dike.

Ev jî tekesta bersiva wî ye:
Her bûyerek yan karesatek hebe, zêdetir cewherê Cemîl Bayik serokê baskê tundrew û cihê gumanê di nav PKKê de, derdikeve, ku di rastiyê de ne armancên wan yên neteweyî hene û ne bi du Kurdayetiyê ketine, lê belê tenê bi du têkdan û dirustkirina kelem û kêşeyan ji bo tevgera rizgarî xwaza Kurd ketine.

Hewlê sivkatî bi Pêşmerge ji aliyê Cemîl Bayik ve, di rojnameyekî biyanî de, ne tiştekî dûr bû. Serkeftinên Pêşmerge li eniyên şer bi tenê dijmin hêris nekirine, lê belê Cemîl Bayik û yên wek wî jî kuyîr kirine. Derketina navê Pêşmerge wek hêmyê azadîxwaz û çavnetiris li hemû cîhanê, pêlanên Bayik û dihminên Gelê Kurd têkdane.

Li piştî wê bê rêziya Cemîl Bayik li hember Pêşmerge, bi başî dizanim vê bersivê bidêmê, ku ev sedeyeke nave Pêşmerge li nav xwîn û axa û wêjdanê Gelê Kurdistanê ye li herçar parçeyên Kurdistanê, dema ku Pêşmerge berxwedanî dikir, kesî navê te û xelkê wek te nedizanîn, Pêşmerge xwedî beha û ruh û kilturekî pîroze û nabe yên wek te behsa Pêşmerge bike.

Tu di gotinên xwe de dibêjî, Pêşmerge mijûlî pere û vêlayane, ez dibêjim baştire ji wê ku wek te biçin mijûlî qaçaxçiya muxederat û mirovan bin. Behsa şerkirin û azadiyê dikî, xwe hemû kes dizanin we heta niha gundekî Kurdistanê jî azad nekiriye. Dibe hûn behsa PYDê û YPGê bikin ku li Rojavayê Kurdistanê bikin. Xelik dizanin çawa we Rojava dagîr kiriye. Bayik ew jî gotiye ku bera cîhan çek nede Pêşmerge, ji ber ku dide DAIŞê… Başe ji min re nabêjin, çawa şerê DAIŞê kirine, Salih Muslim ê hevalê te negot me çek ji DAIŞê kiriye? Eger ne hevpeymanbin, çawa DAIŞ çekan dide we? Hûn ligel DAIŞê çekên xwe diguherin, ne Pêşmerge.

Hewlêr-KDP.info

 

 

Back to top button