Polîtîk

Barzanî:DAÎŞ ber bi şkestinê ve diçe

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li Hewlêr pêşwaziya wezîrê derve yê Îranê kir.

Piştî hevdîtinê Barzanî û wezîrê derve yê Îranê Cewat Zerîf konferansek çapemeniyê li darxistin.Wezîrê derve yê Îranê da xuyakirin ku ewlehiya Iraqê ji bo wan gelekî girînge û DAÎŞ ji bo Kurdan, Ereban Şîe û Sune û herweha ji bo yên arîkariya wan bi xwe jî dikin metirsiyek mezin e.

Di derbarê hukumeta nû ya Iraqê de jî Zerîf got:“Em hêvîdar in di zûtirîn dem de hikûmeta nû ya Iraqê were pêkanîn. Herwiha Îran bi hemû awayekî piştgiriya Herêma Kurdistanê dike û em hêvîdar in pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê di demeke herî nêzîk de werin çareser kirin.”

Serokê Kurdistanê di civîna çapemeniyê de da xuyakirin ku,Îran yekemîn welat bû ku di şerê dijê DAÎŞê de çek dan pêşmergeyan.

Barzanî got:“Rêxistina DAIŞê nikare plana xwe biser bixe. Pêşmergeyên Kurdistanê serkeftinên mezin bidest xistine û DAIŞ ber bi şikestinê diçe, niha Pêşmerge di qonaxa êrîşkirinê de ne û derbeyên dijwar li DAIŞê dane.

berdewamiya axavtina xwe de serokê Kurdistanê got:Evna ji bo Kurdistanê şerefeke mezin e ku Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê DAIŞê bişkînin û hewldanên wê têk bidin.”

Li ser pirsekî ku dibêjin bendeva Musil cardin ketiye destê DAÎŞ de, Barzanî got, ev nûçeyên derewin Bendeva Musil di bin kontrola pêşmerge de ye.

Back to top button