Polîtîk

Berpirsên PYDê ji bo hevdîtina çûn Kurdistana Başûr

Li gora çavkaniyekê ji Iraql News, heyeteke ji PYDê sardana Kurdistana Başûr dikin ji bo çend hevdîtina berpirsên PDKê re bikin.PYD ji bo xwe ji krîza Rojavayê Kurdistanê ketiyê xilas bike doza arîkariyê li PDKê dike. Ev sardan demekîde pêktê ku, Tirkiye gefên mezin dike ku, li Rojava, Şingal û Qendilê êrîşê PKKê bike.

Li gora heman çavkaniyê armancek ya vê serdanê ewe ku, PYD û ENKS di çavderiya PDKê de cardin hevdîtina bikin. Herweha piştî hevdîtinên li gel berpirsên PDKê ev heyeta PYDê sardana Qendil kiriye.

Tê zanin ku 3 caran PYDê di çavderiya PDKê de li gel ENKSê peyman  îmze kirine. Ev peyman wek Hewlêr 1, Hewlêr 2 û peymana Duhok hatibûn bi nav kirin. Lê tu cara PYD bi van peymanave girêdayî nemaye û endamên ENKSÊ girtine û kirina zîndana de, Ala Kurdistanê qedexe kirine û gelek avahiyên ENKSê şewitandine.

Back to top button