Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Kurdistanê, roja yekşemê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Graham Franklin serokê rêxistina Samaritans Purese ya Amerîkî û şandeya pê re kir û di civînekê de, Graham li hember serdana bo Herêma Kurdistanê kêfxweşiya xwe nîşan da.
Şandeya mêvan rol û helwesta xelk û hikûmeta Herêma Kuridstanê di pêşwazîkirin, hewandin û dabînkirina xizmetgozariyan ji hijmareke zêde ya koçber û penaberan û qurbaniyên pêşmerge û xelkê Kurdistanê di şerî dijî terorê de û parastina hemû pêkhateyan ji terorê, bilind nirxand. Herwesa behsa hevkariyên rêxistina xwe yên ji bo koçber û penaberan û mana kirîstiyanan jî li Îraqê weke pêkhateyeke giring ji civata Îraqê, bi pêwîstî zanî.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û rola Franklîn û rêxistina Samaritans Purese kir ku berdewam alîkariya koçber û penaberan kiriye û dikin.
Serokwezîr Barzanî tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku baweriyeke timam bi pêkvejiyana neteweyî û olî heye û li gor vê baweriyê hijmareke zêde ya koçber û penaberan ji pêkhateyên cuda hewandine, ji destê terorê parastine û xizmetgozarî jê re pêşkeş kirine û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vê siyaseta xwe berdewam dibe.
Serowkekzîe daxwaz ji civaka navdewletî kir ku li ser hevkarî û alîkarîkirina Herêma Kurdistanê ji bona zêdetir çespandina kultûra pêkvejiyanê li hemû Îraqê berdewam be.