Polîtîk
Berhem Salih venagere
Hindek berpirsên Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) lêdixebitin ku, careke din Berhem Salih vegere nav civînên serokatî û polîtbûroya YNKê û dest bi çalakiyên xwe bike.
Berhem Salih cîgirê duyem yê sekreterê giştiyê YNKê demek dirêje beşdariyê di civîn û çalakiyên polîtbûroya partiya xwe de nake û berî salekê wî îstîfa ji hemû berpirsiyên xwe di nav YNKÊ de kiribû û ragehandibû heta kongreya çarem ya YNKê nehê bestin ew tu berpirsiya di nav YNKê de wernagire.
Niha hindek berprisên balayên nav YNKê lêdixebitinê Berhem Salih vegerînin nav civînên polîtbûroya YNKê, lê ew dibêje heta kongre neyê sazkirin ew tu kar û wezîfeyan wernagire.