Civak

Berhem Salih pîrozbahiya Nêçîrvan Barzanî dike

Serokê  Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih peywendiyeke telefonî pêkanîn û Berhem Salî pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku wekî serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin. Herwiha Nêçîrvan Barzanî jî Berhem Salih bo merasîma sondaxwarina ya ji bo  Serokatiya Herêma Kurdistanê vexwend.

Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro Duşemê peywendiyekî telefonî pêk anîn û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Herdu aliyan têkez li ser girîngiya parastina yekrêzî û hevahengiyê di vê qonaxa hestiyar  a navçeyê de kirin û bi pêwîst zanîn ku ji bo derbaskirina pirsgirêkên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de hewldan bêne kirin.

Di heman demê de herdu daliyan  biryara hevahengî û alîkarî di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Îraqê de dupat kirin.

Berhem Salih pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir ku wek serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin.

Nêçîrvan Barzanî jî Berhem Salih bo merasîma sondaxwarina ya ji bo  Serokatiya Herêma Kurdistanê bi fermî vexwend ku biryar e 10 Hezîranê li Hewlêrê were saz kirin.

Herwiha Barzanî û Salih bi helkefta Cejna Remezanê pîrozbahî li hev kirin.

Back to top button