Bergîriya laşê mirov
*Bergîriya laşî çî ye ?
Hêzeke di laşê mirovan de ye nahêle ku vîrûs û derd û jehr û nexweşî di laşê mirovan de bi kêfa xwe bigere û laş ji hemû hêmanên vîrûsa diparêze , Ev hêza karê xwe ku çi vîrûs be çi jehr û çi hêmanên kizûz , zindîlokan be cuda cuda dike û davêje derveyî laşê mirov,
*Em ê çawa asta bergîriya laşê xwe bilind bikin ?
Weke tê zanîn mirov toxtorê canê xwe ye , Mirov dikare xwe ji gelek nexweşiyan biparêze bi rêya bilindkirina asta (Bergîriya laş) her ku asta bergîriya laşê te bilind be , her nexweşiya canê te gelekî kêm dibe ,!
Ji girîngtir û hêsantirîn rê ji ber bilindkirina asta Bergîriyê weke tê zanîn bi rêya xwarinên diruste , û werzîşê ye . têr xewbûn
*Çî ye xwarinên ku asta bergîriya laşê mirov bilind dike ?
Fêkî û Keskayî ; Tê zanîn fêkî û keskayî ji pêwîstirên xwarinên xwazayî ye û gelekî dewlemende bi vîtamînan, mirovan ji gelek nexweşiyan diparêze di sêrî de nexweşiya dil û hem jî asta bergîriyê bihêz û bilind dike ,
Hinguv : Ev jî tê zanîn ku hinguv dermanê pir nexweşiyan e, û asta bergîriya laş bilind dike
ji vir de em dibînin ku hinguv faydeke xwe yî pir mezin heye , em gelekî dibihîsin ku mirov her roj ji destê sibehê kevçiyek hinguv berî taştêyê vedixwe ,
Masî ; Ew jî xwarineke ku gelek vîtamînên li dijî nexweşiyan tê de hene weke vîtamîna A / D/ E
Û her asta bergîriya laşê mirovan bilind dike .
Herwiha xwarin û vexwarinên ku asta bergîriya laşê mirov bilind dike : Zencefîl – Rûnê zeytûnan – Mast – Sîr – kîwî – çaya kesk .
*Werziş jî roleke mezin di bilindkirina asta bergîriyê de dilîze rojê herî kêm nîv saetê werzîşê bilîze , herwiha bi navbera 7/9 saetan raze û kêm xew nemîne ,
Rizgar Hiso..19/3/2020