DAXUYANIYA SEMRA POLAT
Bêguman di van 15 salên dawiyê de, hem Turkiye hem jî dewletên herêmê, bûne hoçka gelş û geremolan.
Li Rojhilata Navîn, heta niha jî ev “Bihara Erebî” ku tê gotin, bi awayekî xwîndar didome. Lê belê li Tirkiyê bi giştî Şahiyên Sedsalê, bi taybetî jî vî şerê xwîndar ê sihsale rawestiyaye û ber bi aştiyê ve diçe.
Ev berxwedana aştîxwaz, çendî ku maytêkirinên tund, berxwedana kesên xwînmij û rûdanên li kuçeyan ku li dij wê têne domandin jî, lê belê lirêçûna ber bi aştiyê ve her berdewam e.
Dehfdana herî mezin a lirêçûna ber bi aştiyê ve, ev e ku xelkê me bi giştî xwedîtî li aştiyê dike û ger çi bibe jî pêvajo berepêş dimeşe.
Bajarê Agiriyê, diyar e ku cihê serhildanên mezin e û sembola Kurdan a bê çarenûs e. Lê bi xêra hikûmeta AK Partiyê, ew bêçarenûstî hatiye guhertin û niha bûye wek paytexta aştî û biratiyê.
Ev sedsalek e ku li Agiriyê gelek hindikahiyên cuda bi Kurdan re weke bira dijîn, hindikayiyên mîna Azerî, Tirk, Faris û Qerepapax. Heta îro çu gelş di nava van xelkên cuda de derneketiye, bi vajiyê wê malbatan bi hev re hevkarî, xinamtî û kirîvatî jî kirine. Bi vê yekê xizm û xinamtiyeke bi hêz çêbûye.
Li deşta Elajgir û Bazîdê rengvedêriya Ehmedê Xanî, avên sar ên li zozanên herêmê, kanên dewlemend ên li Diyadînê, herweha avgermên herêmê digel lêbeza ava Çemê Mûradê, hertim wek demsala biharê dilvekeriya mirovan dixe asta herî bala. Ji van zêdetir, hemû deverên axa Agiriyê, dîrok e. Ew Agiriya bi vî rengê hanê, niha jî destana aştiyê xistiye reşbelekiyê.
Bêguman sala 2015an, hem di warê aborî de, hem di warê civakî, çandî û wekî din de, bûye navendek.
Hikûmeta AK Partiyê bi hawayekî zelal amadetiya bihîztina çekberdana Kurd û Tirkan dike û ketiye wê kelecanê ku zagoneke sifîl jî têxe rojevê. Ji ber hindê ye ku baskê hikûmetê vê yekê hîç ji rojevê danexistiye û di rojên xwe yên dilaramiyê de dijî.
Bêguman hin kes û sazî hene ku dixwazin hertim şer û hengame li ser vê axa pîroz berdewam bin. Lê îro xelkê Kurd û Tirk, li dijê dek û dolabên ku hem ji derva hem jî li hundir derdikevin rawestiyane û dixwazin ji nû ve hevkariya medeniyeta kevnare ava bikin û jiyaneke bi biratî bidin domandin. Ji ber ku xelkê me êdî her tiştî dizane û ferq dike, ji niha û şûnde li vî welatî cihê yekalîtiyan, yê dek û dolabgeran û yê siyaseta xwedperestan êdî tune.
Gelek sal in ku hin hêzên tarî dixwazin navbera her du xelkên kevnare xira bikin, lewra ye ku wan tovê hemû cûre xirabiyan jî reşandiye. Ji bo ku ev şerê xwîndar berdewam bibe wan olzanên xwe, sîxurên xwe, kesên xwe yên zanistiyê, siyasetmedarên xwe, hunermendên xwe û şerikeyên xwe yên bazirganiyê xistine tevgerê û tiştê ku ji destên wan tê jî dikin û didine kirin.
Lê belê ev e cara pêşî ye ku hikûmeta AK Partiyê ji ber ku bi awayekî rind êdî van xefik û faqan dibîne, ji serî ve dixwaze Kurd û hemû hindihayîyên din bi hev re bibin yek, xwe zindî nîşan bidin û hevkarî bikin. Ev fersend her sed salê carek dikeve destên meriv, ji ber hindê divê êdî ji dest neyê berdan.
Çewa ku şiroveya helbesteka Melayê Cizîrî jî gotiye: Dema talih û firseta meriv were, muhleta wê heram e û heram e…
Bi hêviya biratî, jiyaneke bi aştîtî a lezgîn, bi dilaramî û berdewamiya jiyaneke xweş û bextewer, her serfiraz û berxwedar bin.
Semra Polat DOĞAN
Berendama AKPê ya Agiriyê.
29