Bêrê xwe didin Kurdistanê
Malpera Petroliyum Êkonomîst (Petroleum-Economist) di nûçeyeke taybetî de ragihandiye, ku Exxon Mobil hemû kar û çalakîyên xwe li kêlgeha petrolîya Qurna´ya Rojava-1 a li başûrê Iraqê ragirtiye û amûr û tiştên xwe bo Kurdistanê veguhstiye û dê li 6 kêlgehên (blokên) petrolîyên herêma Kurdistanê kar û çalakîyên xwe berfirehtir bike.
Malpera amajepêkirî herwisa ji ser zarê jêdereke bawerpêkirîyê kompanyaya Amerîkayîya Exxon Mobil ragihandiye, ku Exxon Mobil ji ber nehêlana arîşe û nakokîyên navbera Hewlêr-Bexdadê biryara rawestandina çalakîyên xwe û vekişîna xwe ji başûrê Iraqê ber bi Kurdistanê ve daye.
Herwsia li gor nûçeya malpera Petroleum-Economist, Exxon Mobil daye xuyakirin, ku bi evê karê xwe dawî bi arîşeyên navbera her du alîyên hukûmeta herêma Kurdistanê û hukûmeta navendîya Iraqê di biwarê petrolê de dihîne, bêyî ku zêdetir rohnkirinê bide.
Evê jêderê ji jêderê xwe yê bawerpêkirî ve weha jî bas kiriye, ku veguhastina kar û çalakîyên Exxon Mobil ji başûrê Iraqê ve bo Kurdistanê û dest bi kar bûna wê di ewan her 6 kêlgehên petrolîyên herêma Kurdistanê de ku pêştir bi hukûmeta herêma Kurdistanê re li ser rêkevtin kiriye, bo xwe yekalîkirina evê kompanyayê bo zêdetir giringîdan bi kar û çalakîyên vedîtin, weberhênan û deranîna petrolê di kerta petrola herêma Kurdistanê de ye.(PNA)