Cîhan

Berbijêrê maseyê 6 Kolî kiye?

Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Bulent Turan di weşana zindî ya ku lê bû mêvanê “Kî bibe namzedê maseya 6an?” bersiva pirsekî de dibêje: “Eger Kiliçdaroglu namzed bûya, heta îro wê ev yek eşkere bikira. Ji ber ku nehat eşkerekirin, qeyrana li ser masê nîşan dide. Me hefteya borî afîşên Meral Xanimê bi Îmamoglû re dîtin. Yanî. Partiyeke siyasî îdia dike ku îtifaq be jî, ew serokê şeredariya bajerek din wek kandîdat nişan dide..”

Piştî ku Serokomar Erdogan ji bo hilbijartina 14ê Gulanê îşaret kir lobî aktîf bûn. Maseyê 6 kolî  heta niha namzetê xwe eşkere nekiriye dê çi bike cihê meraqê ye.

Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Bulent Turan ê ku beşdarî weşana zindî ya televîzyonê bû û derbarê hilbijartin û rojevê de nirxandinan kir, daxuyaniyên balkêş da. Turan got: “Hilbijartin hat, hêj namzed tunene. Em hîna polîtîkayên Sûriyeyê, polîtîkayên aborî nizanin. Ger Kiliçdaroglu namzed bûya dê heta îro ev yek eşkere bikira. Maseyê 6 kolî de kiriz heye..Heger Kemal Bey cesareta wî hebûya heta niha ew ê bibûya namzed.Hefteya borî Meral Hanim bi Îmamoglu re hevdîtin pêk anî.Partiyek siyasî îdia dike ku şaredarê partiyek din divê bê ji bo namzetê serokkomariyê bê destnîşankirin.

Serokomar Erdogan di van mehên dawî de gelek caran bang li Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kiribû ku bibe namzet.

Back to top button