Belgeyên “Dadgeha Îstiqlal“ê
Li Tirkiye ji bo vekirina arşîvên dewletê hinek kar têne kirin. Lê hejî ne kifşe gelo ka wê desthilata Tirkiye cesaret bike ku arşîvên dewletê yên di dema cumhuriyetê de veke yan na. Ev pirsek gelek zîz û girînge.Niha Parlemento hewldide ku belgeyên Dadgehên Îstiqlalê ji tîpên erebî wegerînê tîpên latînî. Piştre dê parlemento biryarê bide ka gelo dê van belgeyan eşkere bikin yan na.
Dadgehên Îstiqlalê biryara dardekirina sedan kurd û serokên serhildanên kurdan kurdan daye. Serokê serhildana 1925-ê Şêx Seîd û hevalên xwe bi biryara vê dadgehê hatine darvekirin.
Belgeyên Dadgeha Îstiqlalê eşkere bibe dê gelek bûyer jî bêne zelal kirin. 914.695 belgeyên Dadgeha Îstiqlalê hene.
Karê vergera van belgeyan bi tîpên erebî ji bo tîpên latînî eve zêdeyê salekî berdewam dike ihtimale ku ev kar 2-3 sal din dawî werê.
Dadgehên Îstiqlalê sala 1920-ê hatine damezirandin û her qonaxekî de guhertin di hatine kirin.
Rojevakurd