Nivîsar

Belgeya dewletê: Mele Seîd Kurd e

Eger Bedîuzeman ”seyîd” bûna, bêguman dê wî bi xwe gotiba. Pîtî ku wî behsa seyidtiya xwe nekiriye, lê em bêjin eger ew seyid be jî, nexwe ew 24 eyar kurdekî xalix-muxlis e û du belgeyên pir girîng hene ku hemû bawermend dizanin ku seyîd kurdên safî ne:

1) Muhememd Pêxember (xxxl) gotiye ku eslê wî ji navbera herdu çeman e û nayê înkarkirin jî ku ew torinê Berhîm (Îbrahîm) Pêxemberê Kurd e ku Berhîm ji ber Nemrûdê Kurd reviyaye û çûye Erebistana Seûdî. Bîra Zemzemê jî tê zanîn ku ji ber lingên Smaîlê kurê Berhîn derketiye ku ava wê ji bo hemû bisilmanan pîroz e.

2) Seyidên Kurdistanê ji dola Hezretî Husey in. Jina Hesen û ya Huseyn jî, du keçên Erdeşêrê Kurd bûne. Îcar jina Husey kurê xwe yê heştsalî, da Ereb serê wî jî jênekin, revandiye, biriye Kurdistanê û seyîd ji wî lawikî zêde bûne. Îcar Muhemed Pêxember ji kîjan azbatê be Hz. Elî (bavê Hesen û Huseyn) jî ji eynî azbatê ye.

 

Lê belê ew kesên ku Mele Seîdê Kurdî Ereb didin nasandin, nivîs û axaftinên wî ku wî bi devê xwe gotiye û bi destên xws jî nivîsiye ku ew Kurd e, naxwazin bibînin û xwe dispêrin lêkolînên xwe yê gelek salên dirêj.

Gotineke pêşiyên Kurdan weha dibêje: ”Mirov piştî miriyan, ji wan xebernade.” Bêguman mirovê ku nebûkarî li miriyan dikin, herdu ruyên wan li pêşber dîrokê reş dibe.

Îcar ew kesên wisa çendî ku ji aliyê mejiyê xwe ve bûne Kadîna Kayê, lê êdî çavên wan jî nabîne, herwekî ava reş bi çavên wan ve hatibe, 20 sal lêkolîn dikin lê vî belgeyê dewletê jî nabînin.

Binerin dewleta Tirk belgeyê ku li ser Mele Seîdê Kurdî amade kiriye, kesên tirkîzan jixwe bi hêsanî dikarin bixwînin, kesên kurdîzan jî fermo çewa ku wêne jî tê dîtin wergera wî ya kurdî eynî weha ye:

 

 

WÊNE: (Yê Mele Seîd)

LI BINÊ WÊNE: Nimreya Dosyayê. Şexsekî Kurd (280).

NIMRA RÊZÊ: (bi qelemê) 7 4E14

NAVÊ BAVÊ WÎ: Murteza Mîrza

LEQEBA WÎ: …..

TARÎX JIDAYÎKBÛN Û CIH: 1298 Hîzan

NIJADA WÎ: Kurd

HEMWELATI: T.C (Komara Tirkiye)

NIŞTECIH: Isparta qeza Egridir, taxa Baglarê.

KARÊ WÎ: ……

XWENDINA WÎ: ”murteci” paşverûtî.

SÊWIRANDIN: (Mulahaza) ”Seîdê kurdî ji xelkê qeza Gewaşê navçeya Miksê ye. Ev zilam, di dema Siltan Hemîd de medreseyê dixwend, li Wanê hin waliyan rû dane wî. Ji ber hindê wî jî rûmet wergirt. Di dewra Mutlaqiyetê de li Mêrdînê hatiye bicihkirin. Piştî îlana Meşrûtiyetê…”

Nivîsa belgeyê ku eşkere Mele Seîd ji nijada Kurd dide nasîn, li virê bi dawî dibe lê berxdewamiya nivîsê heye.

De îcar em dîsa vegerin ser wan kesên ku xwedêgiravî dibêjin ku wan 20 sal lêkolîn li ser Mele Seîdê Kurdî kirine, lê ku çavê wan bi vî belgeyê hanê neketiye, gelek watedar e.

Îcar bila Wijdana Giştî bersiva wan kesan bidin û navekî li wan bike, çêtir e ku ez bi xwe navekî li wan bikim.

 

Zeynelabidin Zinar

nivîskar/lêkolîner

[email protected]

Back to top button