Nivîsar

Bêjin PKKê vêca bes e !

Başûrê Kurdistanê destkeftiyek herî ber biçav a neteweya Kurd e. Başûr têkbiçe hemê hêviyên kurda yên sedsala jî winda dibe. Başûr di rêya serxwebûnê de serbikeve Kurdistan rizgar dibe û hêviyên netewa kurd  bi hêz dibin û xwewna kurda li ser rûyê erdê dibe rastiyek. 

Dema mirov di vê çerçoveyê de li başûr binere û nirxandina bike, dê bêhtir bikaribe helwesta hêzên çekdar li deverê û lepta wan binirxîne û li himber bûyeran bibe xwedî helwest.

Gerek heyîna çekdarên PKKê di vê perspektîfa siyasî de bê şirove kirin. Ji berî her tişyekî Başûrê Kurdistanê ne qada xebata PKKê ye. Lê mixabin PKK bi siyaseta xwe ya xelet dest tavêje nava gelek aliyên siyasî li başûr, ji bo vê jî hinek aliyên siyasî dema xeletiya PKKê dibînê jî newêrin dengê xwe derêxin.

Niha rastîyek rû daye. Çekdarên PKKê êrîşê hêzeka pêşmerga kiriye û di encam de pêşmergeyek şehîd bûye. Çekdarên PKK li Şingalê xwe di bin siha Heşda Şeibî de diparêzin û wek milisek Heşda Şeibî tevdigerin jiyan li Êzidiyan zehmet kirine û nahêlin xelk vegerin ser cih û warên xwe.

Li bakurê Kurdistanê û beşên din gerek helwesta aliyên siyasî,sîyasetmedar û rewşenbîra gelekî vekirî be û yek tiştekî bêjin û bi helwesta xwe rê li xirabî û tehribatên PKKê li başûr bigrin. Divê bêjin: PKK bese û bisekine. Ji vê pêde her helwesta tê danîn dibe palek ji PKKê re . Gerek ev yek vekirî bê zanîn.

Na şerê “birakuji”ye yan tiştek dine hemû valeye ê PKK tu cara guh nade kesekî ya dizanê dixwîne. Qendil di roja me de astenga herî mezine li himber destxistina mafên netewî. 

Ji aliyek din ve hinek aliyên berê digotin ku başûr bîboka çavê meye, îro ji bo berjewendiyên basît li himber kiryarên PKKê bê deng dimînin û di bin siha HDPê de bûyera dinirxînin. Yanî pişgiriya PKKê dikin û bi vî awayî dibin şirîkê kiryarên PKKê.

Divê em Zelal bin em ew kes û aliyên dibêjin em li ser rêbaza Barzanî hewldana siyasetê dikin, divê zelal bin û nabê xwe hirve wirve bibin bînin ji bo berjewendiyek basît li dijê berjewendiyên Kurdistanî netewî bibin xwedî helwest.

Gerek em bikaribin  kiryara PKKê li başûrê Kurdistanê şermezar bikin. Divê yan PKK ji başûr derkeve  yan jî rêzê li serweriya hukumeta Kurdistanê bigre û li ser axa di bin desthilatdariya hukumeta Kurdistanê de li gora yasayên heyî bimîne.

Divê bi yek dengî bêjin PKKê veca bes e.

Îskan Aydin

Damezerê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiye

PDK-T

Back to top button