PolîtîkRojev

Daxûyanîya FNDK û CPHGK derbarê êrîşên PKKê li ser Pêşmergeyan

Du rêxistinên civaka medenî yên kurdên Soviyeta berê (Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan û Civaka Piştevanî û Hevkarîyê bi gelê kurd ra) derbarê êrîşên PKK li ser pêşmergeyên Kurdistanê ji raya gişitî ra daxuyaniyek da û wan êrîşan şermezar dkin.

Têksta daxuyaniyê li jêr e:

Bûyerên van dawîyan, ku bi êrîşên PKKê li ser Pêşmergeyên Kurdistanê va girêdayîne, ku di encamê da kuştî û birîndar hene, herwiha ji alîyê hêzên PKKê va teqandina borîya neftê, ku bo herêma Kurdistana Îraqê pir giring e, me pir xemgîn dike.

Em van emelên PKKê bi tundî şermezar dikin û bangî serokatîya wê rêxistinê dikin bi lez emelên wî awahî bidine sekinandin.

Bona me dijberîya PKKê di hindava pêkanîna Peymana di navbera Hewlêrê û Bexdayê da ya derheqa Şengalê da tiştekî neqebûlkirinê ye, ya ku dema pêk were, wê rewşa civaka êzdîyan ya zêrandî baştir bike, wê rê veke bona kurdên êzdî vegerine cî û warên xwe û wê alî aramîya wan û organîzekirina alîkarîyê bo wan bikin ji alîyê dewletê û rêxistinên navnetewî da.

Herêma Kurdistanê îro yekîneya dewleta kurdan ya tekane ye di nava teşkîla Îraqê da, ku bi fermî hatîye naskirin, herwiha ji alîyê civaka navneteweyî da jî.

Bi bawerîya me, hemû kurdên cihanê, hemû rêxistinên kurdan yên sîyasî gerekê serketinên Herêma Kurdistanê û statûya wê mînanî ronahîya çavê xwe biparêzin û miqatîyê lê bikin.

Serketinên wê herêmê di karê avabûna dewletê da – ew serketinên tevaya gelê kurd e.

Em gişk gerekê wan pirsgirêkên hundur û der fêm bikin, ku Herêma Kurdistanê bi wan ra rû bi rû dibe.

Em bangî rêberên PKKê dikin berjewendîyên gelê kurd ser her tiştî ra bigirin, dest ji provokasyonên dijî desthilata qanûnî ya Herêma Kurdistanê bikişînin û nehêlin, ku careke din êrîşên çekdarî li dijî parêzvanên Kurdistanê yên rasteqîn – Pêşmergeyan dubare bin.

Em herwiha bang li rêberên PKKê dikin çalakiyên hilweşîner yên dijî tevgera azadîxwaz ya li hemû perçeyên Kurdistanê rawestînin.

Em ser wê bawerîyê ne, ku îdêologîya PKKê ya niha, ku hewil dide li situyê milet va bialîne, ne gorî xeyala gelê kurd ya bi sedan salan e bona damezirandina dewleta xwe a serbixwe û ev yek bi tu awahî nayê qebûlkirinê û alî yekîtîya gelê kurd nake.

Em herwiha beng li desthilata Herêma kurdistanê dikin her mecalên lazim qebûl bike bona pêşîgirtina tevlihevîyan li herêmê û eger mumkun be, pirsgirêkan bêy xwînrêtinê çareser bike.

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan

Civaka Piştevanî û Hevkarîyê bi gelê kurd ra

Back to top button