Cîhan

Behrem Saleh bi bandora Îranê bû serokkomar

Senatorê Amerikî Marco Rubio,  di derbarê hilbijartina Behrem Saleh wek serokkomarê Iraqê de daxûyaniyek da.Rubio da xûyakirin ku, Behrem Saleh bi bandora fermandarê Hêzên  Qudsê Qasim Silêmanî ve hatiye helbijartin.Senatorê Amerîkî Marco Rubio di twitterê de ragehand: Tiştekî şaş e eger em bêjin di mijara destnîşankirina serokkomar û serokwezîrê Iraqê de, ji Amerîka û Îranê kîjan alî serkeftiye.Marco Rubio di mijara destinîşankirina Berhem Salih û Adil Ebdulmehdî de, Îran wek aliyê serkeftî pênase dike û dibêje, ku Fermandarê sipaha Quds, Qasim Silêmanî ew rêkeftin pêk aniye.Marco Rubio dibêje: Bi zelalî diyare ku aliyê serkeftî Îran e. Fermandarê sipaha Quds a ser bi Supayê Pasdarên Îranê ve Qasim Sulêymanî bi xwe ev rêkeftin encam daye.Wî senatorê Amerîkî ew rêkevtina ku li ser destê Qasim Silêmanî hatiye bicîkirin, bi pêşhateke xirab bi nav dike.

Back to top button