Civak
Behra Reş: Leşkerek hat kuştin û 2 birîndarin
Li devera bajarê Ordu li ser Behra Reş, hinek çekdaran êrîşê otomobilek ya leşkeran kirin. Di encama êrîşê de leşkerek jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn. Li gora agahdariyan çekdarên PKK-ê ev çelakî kirine. Lê hêj ji aliyê PKK-ê ve tu daxûyanî di vê derbarê de nehatine dayîn.