Cîhan

Obama: Operasyonên me yên leşkerî li Iraqê neman

Serokê Amerîka Barak Obama ragihand, ku êdî operasiyonên wanên leşkerî li Iraqê neman û dê di dawîya vê mehê de, erkên hêzên Amerîka li Iraqê bi dawî bibin. Barak Obama di gotara xwe de ya ku pêşkêşî kongreya cengevanên kevn kir weha jî da xuyakirin, ku dê 50.000 leşkerên Amerîkayî ji bo rahînankirina hêzên Iraqê li Iraqê bimînin.

Barak Obama di vê gotara xwe de got, ku ji dema ew bûye serokê Amerîka ve û heta niha 90.000 leşkerên Amerîka ji Iraqê derketine.
Di vê gotara xwe de Barak Obama tekezî li ser wê yekê kir, ku dê rola hêzên Amerîka li Iraqê ji niha û pê ve şîretkarî be .
Li  gora bernameya vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê, dê ji niha ve û heta dawîya sala 2011-ê, tenê 50.000 leşkerên Amerîkayî li Iraqê bimînin.
Barak Obama di vê gotara xwe de behsa şerê li Afganistanê jî kir û got, ku heta ew serokê Amerîka be, ew nahêle terorîstên wî welatî gefan li Amerîka bikin.

Back to top button