Behmen Qubadî rola Nêçîrvan Barzanî di sînemeya kurdî da bilind nirxand
Behmen Qubadî rola Nêçîrvan Barzanî di sînemaya kurdi da bikind nirxand.
Do preskonferensekê de li Londonê ku bi miasebata nîşandana filmê sînemayî (kesê ageh ji pisîkên Îranê nîne), hat bû amade kirin, derhênerê kurd Behmen Qubadî behsa rewşa sînemeya kurdî kir û rola Nêçîrvan Barzanî di pêşxistin û geşekitina sînemaya kurdi da bilin nirxand.
Qubadî di berdewamiya axaftina xwe de got: Sînemaya Kurdî zaroka savaye û bêy dayîk û bav hatiye ser dinyayê. Sînemaya Kurdî nuha zarokekê xwedî dest û linge û pêwîstî bi alîkriya hemû aliyan heye. Ya giring ew ku ew zarok raba ser lingan û bikeve ser rê û bo pêşve biçe.
Derhênereê kurd Behmen Qubadî di preskonferensê de got:Sînemsya kurdi nuha kêmendam (Handicap)e, pêwîstî bi xoşewîstî û piştevaniyê heye. Li here çar parçeyên Kurdistanê saziyên hikûmetê alîkariya sînemsya bi zemanê kurdî û sînemakarên kurd nakin. Timama wan filmên heta noke hatine çêkirin jî ew bixwe jidayîk dibin.
Di beşek din ya axaftina xwe de Qubadî got: Lê ev demeke li herêma Kurdistanê hêviyekê serî hildaye, ew jî bi alîkariya kesatiyê kurd Nêçîrvan Barzanî ye ku hêviyekê dide sînemaya kurdi. Ez di wê bawerê deme ku di salên bê de hûnên rojnamevan dê pêleke sînemaya bi nave sînemaya kurdi bi eşkere û zelalî bibînin.
Derhênerê filêm (pisîkên îraniyan) di berdewamiya axaftina xwe de got: Ew xebat û gavên ji bo sînemaya kurdi tên avêtin ne ji aliyê hikûmetê ve ye. Lê bi tekoşîn û xemxoriya Nêçîrvan Barzanî ye. Çunkî ew bi xwe heval û dostê huner û sînemayê ye.
Qubadî got: Ez hêvîdar im ku hikûmeta herêma Kurdistanê sîstemekê damezrînît daku ew zarokê sava nemire û rabe ser lingan û birêve biçe. Hikûmeta herêma Kurdistanê weke berê giringiyê bi sînemaya kurdi nade.
Ev preskonferense ji aliyê 48 saziyên mediyayê ve direct dihate ve guhastin.weke CNN, BBC World News, Time Magazine, Site And Sound û herwesa rojnamevanên Berîtaniya, Swîsra, Îspaniya, Romaniya û Yonanistanê amadebibiûn