Bê Kerkûk Kurdistan nabe
Du sal piştî referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê û bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, Kerkûk hêj jî weke parêzgehekê ku çavên hemû pêkhateyan li ser e û çarenivîsa wê xaleke serekî ya nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye, maye. Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Ceifer Şêx Mistefa jî dibêje: “Em ti carî Kurdistaneke bê Kerkûkê qebûl nakin.”
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Ceifer Şêx Mistefa li baregeha xwe li bajarê Silêmaniyê derbarê helwêsta Kurd li hember rewşa Kerkûkê de, ji malpera ‘The New Humanitarian’ re ragihandiye: “Em ti carî Kurdistaneke bê Kerkûkê qebûl nakin. Di demên bihorî me gelek xebat ji bo kiriye û em teslîm jî nabin.”
Piraniya sênorê parêzgeha Kerkûkê ji sala 2014 ve û piştî derketina DAIŞê ketibû bin kontrola Hêzên Pêşmerge, ew jî piştî ku artêşa Iraqî ji tirsa êrîşên wê grûpa nû derketî, bi temamî ew navçe vala kirin û jê vekişiya. Lê belê sê heftî piştî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê di sala 2017an de, artêşa Iraqê û Heşda Şeibî careke din dest bi ser Kerkûkê de girtin.
Kerkûk wek bajarê petrolê tê naskirin û piştî êrîşên 16ê Cotmehê jî, pirsyareke serekî ev bû, ku gelo petrola wê parêzgehê bi çi awayî bo bazarên cîhanê bê hinardekirin. Lê belê Şêx Ceifer dibêje: “Mesele, ne petrola Kerkûkê ye, belku (mesele) ev rastî ye ku Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye û divê wek beşek ji Kurdistanê bimîne.”
Fermandeyê Artêşa Iraqê li Kerkûkê, Lîwa Rukin, Seid Herbiye jî vegera Hêzên Pêşmerge bo sînorê Kerkûkê red dike û dibêje: “Eger bi dema nîvro jî stêrk li esmanan derkevin, ew êdî ti carî venagerin nav Kerkûkê.”
Lîwa Rukin, Seid Herbiye dibêje, pirsgirêka wan li gel Kurdistanekê xwedanê çar parêzgehan nîne, helbet eger ku Kerkûk di nav de nebe, “çimku Kurd dijminê me nînin, herî dawî ew jî Iraqî be weke me.”
Piştî ketina Kerkûkê di 2017an de, hevsengiya hêzê li vî bajarî di berjewendiya ereban de hat guhertin. Li gor datayên Netewên Yekgirtî, di dema vegera artêşa Iraqê de zêdetir ji 100 hezar kes ji nîştecihên bajarên Kerkûk, Mexmûr û Xurmatûyê aware bûn, ku hejmareke zêde ya wî xelkî hêj nevegeriyane.
Herbiye dibêje, yek ji karên wan ên herî li pêş, “çêkirina pêwendiya navbera artêşê û xelkê ye”. Bi gotina Herbiye, “gelek etnîk li Kerkûkê hene û ew bi çavekê temaşeyê hemûyan dikin.”
Nîştecihekî Kerkûkê yê bi navê Ehmed ku ji dayikek Ereb û bavekî Tirkmen e, dibêje: “Pêştir gelek hêzên Kurdî li vir hebûn ku gelek bi xirabî li gel Ereb û Tirkmenan reftar dikirin.”
Lê belê di nava Kurd û Tirkmenan de nerîneke cuda heye. Serokê Partiya Tirkmen Îlî, Riyaz Sarî kehiye dibêje, dîrok xwe dubare dike, çimku her niha gelek postên îdarî ji aliyê Ereban ve dest bi ser de hatine girtin paşguhxistinê dest pê kiriye. Di demekê de ku Tirkmenan heta niha jî weke pêwîst di rêveberiya parêzgehê de nûnerên wan nînin.
Heftiya bihorî du sal di ser referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê re derbas bûn, ku têde %72 xelkê Başûrê Kurdistanê û navçeyên cihê nakokiyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de beşdarî di wê referandumê de kirin û ji wê rêjeyê jî %92.7 xelkê dengê Erê bi kar anîn û piştgirî dan cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê û serxwebûna Başûrê Kurdistanê.
Rêveberê Giştî yê Zanyariyan li Wezareta Pêşmegre, General Ebûbekir Ehmed jî radigihîne, “referandum gelek serkeftî bû” û tekez dike, “sedema şikesta referandumê, dengê xelkê nebû, lê belê acendaya welatên cîran sedema wê ya serekî bû”. General Ebûbekir Ehmed dibêje, “ew deng wek çekekê dê di destê me de bimînin û hemû deman em dikarin sûdê jê werbigirin.”
Şingal, navçeyeke din a Başûrê Kurdistanê ye, ku Hewlêr û Bexdayê li ser wê kêşe hene û bi hev re nakok in. Piştî êrîşên Cotmeha 2017, Şingal jî ji kontrola Pêşmerge hat derxistin. Piştî rizgarkirina wê navçeyê ji destê çekdarên DAIŞê di 2015an de, projeyek ku cihê gotinê be, li wê navçeyê nehatiye cîbicîkirin.
Herwiha li wê navçeyê gelek komên çekdar ên cuda cuda bi cih bûne, ku xwedî acendayên cuda ne. Ew factor tevî nebûna derfetên kar û tirsa vegera DAIŞê, li ber vegera aware û koçberên navçeyê rêgirin.
Fermandarê Hêzên Êzîdxanê, Heyder Şeşo ku hêza wî yek ji wan hêzan e ku niha li Şingalê ne, amaje bi wê yekê dike, ku rêveberiyên cuda li navçeyê hene, weke mînak qayimeqamê ku Bexdayê daniye li gel qayimeqamekî din ku li derveyî navçeyê nîştecih e.
Şeşo di vê derbarê de ji New Humanitarian re dibêje: “Di şert û mercekî wisa de, nabe ku xizmetguzarî bê pêşkêşkirin, bêyî xizmetguzarî jî xelk nikarin vegerin. Gelek hêzên emnî li navçeyê çalak in, ku di navbera wan de hevahengî tine ye û her yek ji wan ji xwe re xalên kontrolê danîne. Ew yek jî dibe sedem ku xelk newêrin vegerin.”
Nebûna hevahengiyê di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de, valahiyeke emnî ya mezin li navçeyên di navbera herdu aliyan de çê kiriye, ku dibe DAIŞ wê valahiya emnî ji bo rêkxistinê û êrîşên wek şeş êrîşên meha Remezana îsal bi kar bîne.
Şêx Ceifer ku Kerkûkê wek “Kurdistaneke dagîrkirî” bi nav dike, sedema wan êrîşan vedigerîne bo şikesta hêzên ewlekariyê yên Iraqê û dibêje, wan hêzan nekarîne rê li çalakî û tevgerên şaneyên DAIŞê bigirin.