BDP li Tirkiye hem li dêrê hem jê ji limizgeftê
Gelo ew çawa nexwaşiye ku bi dehsalane, ne em kanine dev ji axaftina zimanê tirkî û ne jî ji çepên Tirk berdin?.
Gelek kesan hêvî dikir ku, di bin sîwana HDPê de karker û xebatkar, kumunîst û sosyalîst, kedkar û şoreşger ê bighêjin hev û ewê wek lehiya biharê bervî sanduqa hilbijartionê ve biherikin!.
Lê wisa nebû û tucaran wisa nabe!.
çimkî piştî derbeya leşkerî a 12 îlon, jexnî çend kesan, sosyalis û kumunist, çepgir û şoreşgerên Tirk wek berfa ku kelkela germa havînê bi ser de were heliyan û wenda bûn. çimkî doza şoreşa wan ji bo têrkirina zikê xwe bû!.
Lê mixabin vaye hêjî em ketine pêy rê û rêça ka ew li kune û bi ku de çûne.
Va hewldana li hev anîna pîneyê sor û sipî hîç tu caran sûdê nade pêşketina doza Kurd û Kurdistanê..
Pêwîste ku her Kurd vê baş zanibe, heta ku em navê birêz Öcalan û Kurdistanê bînin ziman ne çep û rast, ne jî oldar û ataistên Tirk dengê xwe didin partiyên kurda. Ji xwe li tevahiya Tirkiyê hêjmara wan li % 0.3 ê derbas nabe.
Herwiha, kîçax ku me bi çepên Tirkan re îtifaq kiriye xelkê me xeyidiye û dengên xwe dane partiyên din.
Bes li Stenbolê nêzî pênc milyon Kurdên ku ji ber hovitî û bêbextiya dewleta Tirk koçber bûn hene û ez di wê baweriyê de me ku li % 90ê wan kesên welatparêzin. Lê ji ber dilsariya vê îtifaqê piraniya xelkê Kurd dengê xwe dan partiyên cûr be cûr. Migabin.
Ji ber vê yek, BDPe hem ji dêr, hem jî ji mizgeftê bû. Çimkî ne çepên Tirk û ne jî xelkê Kurd dengê xwe dan vê îtifaqê!…
Her kê ku keda xwe di doza Kurdistanê de heye ez dest û çavên wan maî dikim.
Bavê Welat