BDP çima dewleta azad a kurd naxwaze?
Her çi qes di medyayê de cih negirtibe jî, serdana heyeta BDP’ê ya Amerîqayê gellek girînge. Ji yên ku dibêjên “Çima”? re, politikaya nû ya pirsgirîka Kurda yê Enqereyê eşkere ye. Li gor ve stratejiyê, şûna Abdullah Ocalan û PKK’ê, dê BDP bibe mûxatap. Serokê Herêmê Kurdîstanê Mesut Barzanî jî di navberê Tirkiyeyê û PKK’ê de bibe navberkar. Tê femkirin ku rêveberiya Washîngtonê jî piştgiriyê dide ve stratejiye û em dikarin bibêjin li bakurê Iraqê Dewleteka Serbixwe Ya Kurda tê sazîkirin.
Beriya serdanê çend BDPiyan bi mesut barzanî re hatibûn cemhev. Lê daxuyaniya ku hevserê BDP Selahattîn Demîrtaş li Washîngtonê kiribû nîşan dike ku, BDP’ê projeyaka ku di nav Enqere-Hewlêr-Washîngton dê were kirin ne raziye.
Emê li ser vê mîjarê bisekinin lê ewilê em guh bidin gotinên Demîrtaş.
“Ger xelqên Iraqê, bi rêyeka aştiyane li hev werin, dikarin bi statûyeka nû werin reveberî kirin çimkî ew heqê wa ne. Lê, ger ji ber ve projeye xwîn birije û li herêmê bêaramî derkeve hole, divê em gelek baldar bin. Tabî em li Îranê, Iraqê û Sûrî temaşa dikin û em dibinin ku rîskekê mezin li holê heye. Herwiha rewşa rojhilatanavî îcazetê nade tiştekî wiha.
Bervêdanên Ocalan
Bitenê ew fîkir ne ya BDP’ê ye; xwediyê wê fîkrê Ocalane. Ocalan ji bo 3 tiştan Dewleta Serbixwe ya Kurda rexne dikeye:
1- Ji bo nifûsa Kurdên Tirkiyê hêjî zêdene, dixwaze ku bixwe bibe Pêşengê Kurdan.
2- Ocalan dizane ku Tirkiyê ji Dewleteka Serbixwe ya Kurda ditirse. Ji bo vê dixwaze ku Tirkiyê bi wî re bibe mixatep.
3- Statûya ku Ocalan dixwaza û Barzanî dixwaza ji hev cûda ne. Çimkî Ocalan “konfederasyona demokratik” lê Barzanî dewleteka serbixwe dixwaze.
Teorî û Pratîk
Demîrtaş bi rastî li ser formula Ocalan diçe. Ger mirov bi heq guh bide gotinên Demîrtaş dê heq bide wî. Çimkî her çi qes siyasetvanên Kurda Dewleteka Serbixwe ya Kurda bixwazin jî, niha ew rewşa gelek bi riske, dizanin. Li ser vê yekê, gotinên Selehattîn Demîrtaş gelek bi wêrekin.
Lê ya ku tevgerê Kurda nizanin, êdî Tirkiyê wekî berê li pirsgirêke nanêre. Êdî Tirkiyê li bakurê Iraqê ji dewletekê Kurda natirsê û heta wekî Turgut Ozal hewl dide ku li herêmê dewleteka Kurda ava bibe.
Pirseka dawî: Doza KCK’ê, ji ber ku tevgera Kurda dixwaze dewleteka serbixwe ya Kurda ava bikin, hate vekirin. Ecep dozgerê doza KCK’ê ji bo rewşê çi fikr dike.
Ruşen Çakır
(Xeberênkurdî)