BBC: Kurdistan gavan ber bi serxwebûnê ve diavîje
Malpera BBC di raporeke xwe de behsa aramî û pêşkeftina herêma Kurdistanê dike û dibêj eku, herêma Kurdistanê ber bi serxwebûnê gavan diavêje.
BCC dinivîse ku, şidet û teqîn li deverên din yên Îraqê bedewame, lê herêma Kurdistanê cîyekî aram û rehete. Dema mirov serdana wê herêmê dike, mirov hest pê dike ku, gelê kurd ji bona avkirina dewletek serbixwe û nû gavan diavêje. Ji bona dewletek ku, wan sînorên û dîwarên di dawiya şerê yekem yê cîhanê de dewletên ji aliyê dewletên mezin û zilhêz yên cîhanê hatîn diar kirin biçkîne, dixebite. Pêla kiryarên terorîstî deverên din yên Îraqê zêdetir lawaz dike û zêdetir alîkariya kurdan dike daku statuya xwe bihêztir bikin.
BCC di berdewamiya rapora xwe de dibêje ku, nuha siyaseta Enqereyê gelek hatiye guhartin û têkeliyên gelek bihêz di warê aborî, bazirganî û sporê de di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê de hene. Nuha hikûmeta Tirkiyeyê neft û gazê ji herêma Kurdistanê dikire û kompaniyên tirkî jî pirojeyên mezin li herêma Kurdistanê encam didin.
Hikûmeta Tirkiyeyê peywendiyên bihêz digel Hewlêrê hene û wisa diyare Tirkiye piştevaniya tecrûbeya dewletdarîyê li vê parçeya Kurdistanê dike. Hikûmeta herêma Kurdistanê jî gelek bi jîrî siyaseta xwe dimeşîne.