Nivîsar

Bazirganên “Testkîtên Coronayê” bi xapandinê dewlemend dibin!

Li rojevê, yek ji babetên herî germ ew e ku, bazirganên dermanan û bazara nû ya ku Coronavîrusê ye. Qala testkîtên COVID-19ê tên kirin û hindek kompanya dest bi bazara wan kîtan kirine. Bê şik û eşkereye ku hinek kompanya dixwazin vê firsendê wekî derfeteke ticarî bikarbînin û ji vê qeyrana nexweşîyê bi tenê pereyan qezenc bikin.

Dr. Fatah Atroshi: “Ev testên Coronayê, kêr nayin. Daireya Tendûristîya Gel (Folkhälsomyndigheten) jî nêrîna xwe gotîye û ji ber wê tiştekî baş nîne ku mirov bikarbînê.”

Roja sêşemê, 17ê vê Adarê de, daîreya gumrika balafirgeha Nêvneteweyî ya LA – Chicago O’hare yê bi şûpheya dermanên sexte dest danîn ser sewqîyatek ya dermanan ku tê de testên COVID-19ê hebûn û ew ji Brîtanyayê bi etîketên sixte hatibun rêkirin û ji tu sazîyek ya kontolê ve nehatibun lîsanskirinê.

   
Fake COVID-19 Kits https://nypost.com

Li gor ajansa ANHA’yê,  li rojavayê Kurdistanê jî dest bi kirîna hindek kîtên COVID-19ê kirine û ev piştevanê vê kîtê kompanyaya PEAS Instute ya Swedî ye. Balkêş e ku ev Institute di, malpera xwe de we dîyarkiriye ku ew finansa xwe ji klinîkek ya diranan peyde dike. 

Herweha li gorî nûçeya rojnameya Aftonbladeta Swedî, klînîkek Swedî ya diranan dest bi firotina van kîtên testan kiriye û di heman nûçeyê de Daireya Tendûristîya Gel (Folkhälsomyndigheten) bi zelalî dîyar dike ku divê xelk xwe ji van testan dûr bigirin, bawerî bi encamên wan neynin û pereyên xwe beytirşe xerc nekin.

“Det finns självtester för covid-19 som tillverkare marknadsför för användning i hemmiljö. Vi rekommenderar inte dessa självtester i nuläget.I nuläget är informationen om självtesternas exakthet och känslighet begränsad, och det finns inga publicerade fakta kring hur bra självtester fungerar för att diagnostisera covid-19-infektion.”

Cihê pirsê ye ku çawan dikare PEAS Institute a Swedî bêyî ruxseta dewleta Swêdê wan testkîtan ne li Swêd û Ewropa lê li Rojavayê Kurdistanê bifroşe?

Zêdeyên van kîtan ji Çîn, Brîtanya, Korea û HonkKongê ketine pîyasê û ekseriyeti wan sexte ne. 

Berdevkê kompanyaya Facebookê Rob Leathern dîyarkir ku ew dê rênedin reklamên tîcarî yên li ser weşanên Instagram û Facebookê. Dê reklamên Testkîtên COVID-19ê û dermanên desenfeksîyonan ji binî rakin.

Li gor kanunên gelek dewletan, EU û Amerikayê, kompanyayên derman, alav û kitên Biomedical (bijişkî/tibî) mecbûr in ku berî firotina wan ji daireyên wekî FDA ya Amerîkî, EMA ya EU yê,  MHRA ya Brîtanî û NMPA ya Çînî ruxsetê bistînin.

Heta nûha li bazarê çi derman an ji testkît ruxseta  COVID-19ê wernegirtîye lê bazar ji nûha ve dest bi ticareta wan kiriye. 

Jîndar Erdal Toprak / Stockholm

Back to top button