Cîhan

Bazara navbera Tirkiye û Amerikayê de: F-16

​ Wezareta Derve ya Amerîka di derbarê proseya firotina F-16 bo Tirkiyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: “Em erêkirina Swêd a Parlamentoya Tirkiyeyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Lê belê hê pêvajo bi dawî nebûye. Em li bendê ne ku Macarîstan gavekê bavêje. Rêveberiya Biden ji bo nûjenkirina fîloya xwe ya F-16 piştgirî dide Tirkiyeyê. Lê belê Kongre di pêvajoyê de xwedî roleke sereke dileyze”

Ajansa nûçeyan a Brîtanî Reuters ku li ser zarê çavkaniyên bi meselê haydar e, ragihand ku rêveberiya Biden ji bo erêkirina firotina balafirên F-16 ji bo Tirkiyê nameyek ji Kongreyê re şandiye.

Ji aliyê din ve danê sibê Rayedarê Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî di daxuyaniya xwe de, pêşnûmeya swêdî ya ku, di parlementoya Tirkiye de hat qebûlkirin û firotina F-16an ji bo Tirkiyeyê nirxand. Rayedarê Koşka Spî diyar kir ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ji destpêkê ve piştgirî daye nûjenkirina firokeyên F-16 yên Tirkiyê.

Back to top button