Baxçeyê Buhuştê ji bo xelata Civis ya Medîa Europa hat hilbijartin
“Baxçeyê Buhuştê” ji bo xelata Civis ya Medîa Europa hat hilbijartin
Filmê Mano Xelîl yê bi navê ‘ Baxçeyê buhuştê’ bû yek ji 6 filmên ku ji aliyê saziya CIVIS ya Ewropa ve bo xelatê CIVIS Mediapreis a Euroî hatin hilbijartin.
Roja 9ê Gulanê bi beşdariya gelek rojnamevan û siyasetmedarên ewropî wê diyar bibe ka ji van 6 filman dê kîjan hêjayê xelatê bê dîtin.
Merasima xelatê ku wê herwiha bi awayeke zindî di hin kanalên TV yên almanî de bê nîşandan, wê roja 9ê gulanê li Brukselê, li paytexta Belcîkayê li parlamentoya Ewropayê pêk bê. Xelat raste rast ji aliyê serokê parlamentoyê Martin Schulz ve tê pêşkêşkirin.
Derhéner Mano Xelîl ku ewê bi xwe jî wê şevê di merasimê de amade be, dibêje : „Ya herî girîng ewe ku film ji nava 631 Film û programan ji 25 welatên europî weke berendam hatiye hilbijartin. Ev jî hema xelata herî mezine. Lê dîsa jî hêvîdarim ku filma me bê hilbijartin.“
Filma “baxçeyê buhuştê”, li paytexta Swissre li Bernê berî du salan hatiye kişandin û li ser xebat û jiyana rojane ya kêmenetewên li vî welatî hatiye çêkirin. Ev Fîlm di Festîvala Berlinalê ya 2011 de hatibu nîşandan û herwiha li paytexta Swîsre, Bernê hêjayê xelata mezin ya “Prla” hatibû dîtin. Ev xelat di sînemayê de xelata herî mezin ya Swissreyê ye.
Résistina CIVIS ya medyayê ku bi hevkariya hin saziyên medya ewropî û rêxistinên ewropî karê xwe dimeşîne, ji sala 1987an vir ve, hersal di gelek beşan de bi armanca tekoşîna li hemberî nijadperestiyê û pêşxistina entegrasyonê, xelaté dide berhemên sinemayê û bernameyên televizyonê.
Merasima xelatê wê êvara 9ê Gulanê seat 19.30ande li ser televizionen ARD û WDR bi zindî ji aliye spîkera almanî a navdar Sandra Maischberger ve bê pêşkêşkirin.
LINK:
http://www.civismedia.eu/index.php?id=2&L=1
http://www.civismedia.eu/index.php?id=2&L=0